Jina herî temendirêj a cîhanê kurd e

25-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şarezûr Selma Ebdulqadir Jin
A+ A-

Şarezor (Hewlêr) – Jina herî temendirêj a cîhanê li qezaya Şarezora ser bi Silêmaniyê dijî. Jina 119 salî di sala 1897ê de jidayik bûye û 3 sedsal dîtiye.

 

Jina bi navê Selma Ebdulqadir, di dirêjahiya temenê xwe de ti nexweşiyek negirtiye. Niha jî tenê guhên wê baş nabihîsin, nexwe tendurustiya wê baş e.

 

Kurê wê Kerîm Mihemed dibêje, “Ew hinde serxwe bûye û zîrek bûye, barê ku wê rakiriye, sê kesan nekariye hilgire. Bi saya xwedê leşê wê ew hinde sax bûye hemû kar kirine û barên daran bi pişta xwe aniye, nan pehtiye.”

 

Selma her sal diçe geşt û seyranê, bi berdewamî nimêj dike û di remezanan de jî rojî digre. Hemû xwarinan dixwe lê herî zêde hez ji cîger û mûz xwarinê dike.

 

Selma Ebdulqadir dayika 8 zarokan e. Du kurên wê ji ber nexweşiyê mirine û kurekî wê jî şehîd bûye. Zarokekên kurê xwe yê şehîd mezin kiriye û niha jî ligel yek ji wan kuran dijî. Zêdetirî 200 neviyên wê hene.

 

Ji ber dirêjiya temenê wê, ev du meh in beşa xureka wê hatiye birîn. Malbata wê niha kar dikin ku biselmînin Selma dijî da ku careke din beşa wê bê dayîn.

 

Li gorî pirtûka Guinnesê jina herî bi temen li Îtalyayê dijî û temenê wê 116 sal e. Lê temenê Selma 119 sal e û bi vî awayî, jina here bi temen li Başûrê Kurdistanê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst