Şikefta Devetashkayê: Mala herî mezin a şevşevokên Ewropayê

Hewlêr (Rûdaw) - Şikefta Devetashkayê ya Bulgaristanê, wekî jîngeha herî mezin a şevşevokan (barçêmik) a li Ewropayê tê zanîn.

Ev taybetmendî, wê dike cihekî gelekî guncav ji bo lêkolînên li ser jiyan û cureyên wan ên cuda.

Lêkolera Muzexaneya Niştimanî ya Dîroka Xwezayî Stanmira Deleva li ser taybetmendiyên şevşevokan axivî û got:

"Berovajî gelek ajelên din ên bi heman qebareyê, temenê şevşevokan dirêjtir e.

Wekî mînak, hinek cureyên şevşevokan zêdetirî 40 salan dijîn.

Ev yek li gorî qebareya wan a biçûk gelekî balkêş e, çimkî ajelên wekî mişkan ku hema hema di heman qebareyê de ne, bi giştî tenê 2-3 salan dijîn."

Şevşevok di demjimêrekê de dikarin di navbera 1500 û 3000 mêşan de bixwin.

Ev yek jî jîngeha ku ew lê dijîn dike yek ji jîngehên herî saxlem.

Her wiha şevşevok bi giştî fêkîxwir in û ev yek jî dibe sedem ku ew di xwezayê de ji bo geşbûna gelek kulîlk û riwekan bibin alîkar.

Stanmira Delevayê diyar kir ku li Bulgaristanê hejmareke zêde ya corên şevşevokan hene û wiha pê de çû:

"Li Bulgaristanê 33 cureyên şevşevokan hene ku ev hejmar hema hema hemû cureyên şevşevokên li parzemîna Ewropayê li xwe digire.

Bi giştî li Ewropayê 36 cureyên şevşevokan hatine tomarkirin.

Ev yek ji bo welatekî wekî Bulgaristanê li gorî welatên mezin ên wekî Fransa û Spanyayê asteke bilind û balkêş e."

Her çend di nav hinek civakan de şevşevok wekî nîşaneyeke xirab tên dîtin jî, lêkolerên Navenda Parastin û Lêkolînê ya Şevşevokan dixebitin ku alîkariya xelkê bikin û zêdetir derbarê van ajelan zanibin, girîngiya wan a jîngehî fêm bikin û tirs û nêrînên şaş ên derbarê wan derbas bikin.