Şirnex - Karmendên agirvemirandinê zarokan fêrî vemirandina agir dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê karmendên agirvemirandina xwendekarên dibistanê  fêrî vemirandina agir kir.

Bi hatina havînê, bûyerên sotina daristanan û bûyerên agir zêde dibin.

Karmendên agirvemirandinê yên girêdayî Parastina Sivîlan a Navçeya Qilebanê ya Şirnexê, ji bo rêgirtina li hemberî zerer û ziyanan û bûyerên agir li navçeyê xuleke rahênanê daye destpêkirin.

Karmendên Parastina Sivîlan a Navçeya Qilebanê di çarçoveya xula rahênanê de serdana dibistanên li navçeyê dikin û derbarê bûyerên agir û tedbîrên ku bên wergirtin de zanyariyan didin zarokan û wan fêrî vemirandina agir dikin.

Karmend îro çûn Pêşdibistana Nîlûferê ya li navçeyê û li ser bûyerên agir û awayê vemirandina agiran zanyariyên teorîk û pratîk dan xwendekaran.

Rêveberê Berevaniya Şaristaniya Qilebanê Alî Urun derbarê vê xula rahênanê ya ku wan daye destpêkirin de ji Rûdawê re axivî.

Urun ragihand ku armanca wan ew e ku zarok û xwendekarên li navçeyê derbarê agiran û mudaxalekirina li hemberî wan haydar bikin û got:

"Me pêşdibistana Nîlûferê ya li navçeya me ziyaret kir û me derbarê bûyerên agir de zanyarî dan wan.

Armanca vî karî me ew e ku em cîlên ku derbarê bûyerên agir de xwedî zanyarî pêbigihînin.

Eger zarok di vî temenî de fêrî mudaxaleya agir û bikaranîna kelûpelên vemirandina agir bibin, dê li seranserê jiyana xwe tiştên ku fêr bûne bikarbînin.”

Alî Urun da zanîn ku wan di xula rahênanê de hem zanyariyên teorîk dane xwendekarên dibistanê û hem jî li meydanê bi manoreke pratîkî ew fêrî vemirandina agir kirine.

Birêvebirê Parastina Sivîlan a Qilebanê tekez kir ku ew dê di demên pêş de jî li  dibistanên din ên naveçeyê jî li ser xebatên xwe yên wiha  berdewam bin.