Kurdekî Bakûrî ji teneke menekeyan kamyonek çêkir

28-06-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Wan (Rûdaw/AA) – Kurdekî xelkê navçeya Tûşbayê ya bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê bi perçe û hûrên tenekeyan kamyonek çêkir.  

Kurdê bi navê Îsmaîl Mescîoglu ku li navçeya Tûşbayê ya Wanê dijî, bi perçeyên hûr kamyoneke 6 mêtrî çêkir.

Mescîoglû li taxa Abdurrahman Gazî ya Tûşbayê rûdinê û şofêriya minîbûsekê dike. Mescîoglû kamyon bi îmkanên xwe di bexçeyê mala xwe de çêkir û gellekî bala welatiyan jî dikşîne. 

Îsmaîl Mescîoglu got ku armaca wî ya ewil ew bû ku bi motoreke avê wesayitekê çêke lê ev daxwaza wî pêk nehat û wî jî biryar da û tenê bi motora “Murat 131”ê wesayîtekê çêbike.

Mescîoglu diyar kir ku navê kamyonê, bi kurtasiya navê xwe Îsmaîl Mescîoglu kiriyê ÎMES û modela wê jî kiriyê dîroka fetha Stenbolê û daniye "Şah 1453".

Mescîoglu wiha axivî: "Min li ser gotina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ya ku ‘ez mêrxasekî ku wesayîteke welêt çêbike digerim’ ev wesayît çêkir. Ji ber vê yekê jî min pilaka wesayîtê kir 65 RTE 65. Ez ne mêrxasekî mezin im lê tişta ji destê min tê ev e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst