Dargûzên sedsalî dibin gopalên neqişandî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elcewazê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê gopalên ku ji dargûzan sedsalî tên xeritandin, bi şaxên gamêş, beran û dewaran dibin yek û bi zumrîd û yaqûtê tên neqişandin.

Hosta Cumalî Bîrol hunera xeritandina gopalan a ku ji mezinên xwe fêr bûye li atolyeya xwe didomîne.

Cumalî Bîrol serê sibehê diçe atolyeya xwe seranserê rojê bi şûşin, zimpere û rendeyê gopalên "sembola hêz û esaletê" çêdike.

Bîrol derbarê çêkirina gopal û cureyên wê de agahiyê dide kesên ku diçin atolyeya wî.

Bîrol destnîşan kir ku gopalên ku ji darên gûzên sed salî çêdike, bi şaxên gamêş, beran û dewaran dike yek û bi zumrid û yaqûtê dineqişîne.

Bîrol got ku ew wekî nifşa sêyemîn a malbatê, hilberîneriya gopalan didomîne û anî ziman ku bi vebûna sezona geştyariyê geştyarên li bajêr, diçin serdana atolyeyê jî.

Samî Şahanê ji kesên ku çûye atolyeyê got:

"Li atolyeyê gopalên bi qalîte tên çêkirin. Di warê navneteweyî de ji bo nasandina welatê me karekî baş e. Kedeke destan e û hêja ne."