Amazon 14 hezar karmendan ji kar derdixe
Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Amazonê ya ku şirketa herî mezin a firotina online a Amerîkayê ye biryar da li seranserî cîhanê 14 hezar karmendan ji kar derxe.
Ev biryar beşek e ji hewlên şirketê yên ji bo birêkxistina karên xwe û veberhênana li qada hişê çêkirî lê diyar nekiriye ku dê kêmkirina karmendan li kîjan welatan be.
Amazonê di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir de diyar kir ku kêmkirina hejmara karmendan beşek e ji hewlên "berdewam" ên ji bo bihêztirbûn û bipêşketinê, kêmkirina "burokrasiyê û guherandina çavkaniyan da ku em piştrast bibin ku veberhênanê li projeyên herî mezin û girîng dikin".
Cîgira Serokê Şirketa Amazonê Beth Galettiyê got:
"Her çend ev gav bi giştî kêmkirina karmendan li hinek beşan û wergirtina karmendan li hinek beşên din li xwe digire jî, dê nêzîkî 14,000 karmend di hêza kar a kompanyayê de kêm bibin."
Beth Galettiyê tekezî li ser girîngiya hişê çêkirî ya di karê şirketê de kir û ew wekî "teknolojiya guherîner" bi nav kir.
Galettiyê her wiha rave kir ku hişê çêkirî "rê dide şirketan ku ji berê gelekî zûtir nûjeniyê bikin".
Medyaya Amerîkayê da zanîn, Amazon plan dike ku di çend mehên pêş de nêzîkî 30 hezar karmendan li cîhanê kêm bike û piraniya wan dê li beşên wekî çavkaniyên mirovî, reklam û birêvebiriyê bin.
Zêdetirî 1,5 milyon karmendên şirketa Amazonê hene û ji wê hejmarê 350 hezar kes li ofîsan dixebitin.