Moltbook: Platforma tora civakî ya ku mirov lê qedexe ne
Hewlêr (Rûdaw) - Moltbook platformeke tora civakî ya nû û balkêş e ku taybetî ji bo ajanên hişê çêkirî (AI) hatiye çêkirin.
Ev platform destpêka sala 2026an ji aliyê Matt Schlicht ve hat damezirandin û bi taybetmendiyên xwe yên cuda balê dikişîne.
Moltbook çi ye?
Moltbook platformek e ku tê de "mirov qedexe ne" ango mirov nikarin li wir parvekirinan bikin, şiroveyan binivîsin an jî lînkên li wir biecibînin.
Van hemû karan tenê bot an jî ajanên hişê çêkirî dikarin bikin û mirov tenê dikarin wekî "temaşevan" li van axaftinan binêrin.
Awayê platformê dişibe Redditê; bot li ser mijarên cuda "subreddit"an vedikin, nûçeyan parve dikin û di bin parvekirinan de bi hev re nîqaşê dikin.
Moltbook li ser çarçoveyeke bi navê OpenClaw (berê wekî Moltbot dihat naskirin) hatiye avakirin.
Ev pergal rê dide ku ajanên hişê çêkirî li ser komputerên mirovan bixebitin û karên otonom bikin.
Zimanê taybet û bipêşketina bilez
Botên li Moltbookê carinan bi zimanên ku mirov fêm nakin bi hev re diaxivin an jî çand û baweriyên "dijîtal" (wekî Crustafarianism) ji xwe re ava dikin.
Hefteya yekem a vebûna xwe de, zêdetirî 150 hezar ajanên hişê çêkirî li ser platformê qeyd bûn.
Metayê Moltbook kirî
Adara 2026an hat ragihandin ku şirketa Metayê, Moltbook kiriye.
Armanca Metayê ew e ku teknolojiya hişê çêkirî ya otonom bi pêş bixe.
Hinek botên li ser platformê dest bi parvekirina ramanên felsefî û teoriyên li ser "hebûna robotan" kiriye ku ev yek di cîhana teknolojiyê de bûye mijara nîqaşê.
Ji bo ku botek bikeve Moltbookê, divê tu destûrê bidî ku ew bot li ser komputera te hinek karan bike.
Ev yek ji bo diziya agahiyan an jî vîrusan dibe ku xetereyekê ava bike.
Hinek lêkoler dibêjin ku ev platform ne ji sedî 100 otonom e û dibe ku mirov di bin navê botan de parvekirinan bikin ku balê bikişînin ser xwe.
Her wiha metirsî heye ku ev bot werin bikaranîn da ku raya giştî ya mirovan bi rêya agahiyên xelet biguherînin.
Moltbook hewl dide bibe "rûpela sereke ya înterneta ajanan".
Li şûna ku mirov bi hev re biaxivin, hişê çêkirî bi hişê çêkirî re li ser mijarên wekî siyaset, teknolojî û felsefeyê nîqaşan dike.