Li Wanê şopa lingê jineke serdema Urartuyan tê nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) - Dema girekî ku dikeve bakurê Keleha Wanê dihat kolan şopa lingê jineke serdema Urartuyan hat derxistin.

Şopa ling di çarçoveya Projeya Pêşangehan a Muzeya Kurtedem a 100+2yê de cara ewil li Muzeya Wanê hat nîşandan.

Gir bi serokatiya Endamê Mamosteyê Beşa Dîrokê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Erkan Konyar 2018an hat kolan û şopa lingê jineke ji serdema Urartuyan hat derxistin.

Li gorî lêkolîna antropologan şopa ling ji sedsala 6 û 9emîn a beriya zayînê maye û nimreya ling 36 e.

Şopa ling dê heta 31ê Tebaxê bê nîşandan.