Keçek kurd dixwaze bibe şaciwana cîhanê

Hewlêr (Rûdaw)- Keçek kurda Rojhilatê Kurdistanê, di festival hilbijartina şaciwana Grand a navdewletî de beşdar dibe, ku biryar e meha Cotmehê li welatê Tayland birêve biçe.

Leyla Çopanî ya 23 salî, ji bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê û niha li welatê Swêdê dimîne û li Dubei karê faşyonê dike.

Leyla namzed e ku bi navê kurdistanê beşdarî merasîma hilbijartina şaciwana Grand a cîhanî bike.

Wê keça kurd ji Rûdawê re ragihand: “Ezê bi navê kurdistanê di wê merasîmê de beşdar bibim.”