Eger tu dixwazî aqil bimînî li fîlmên rût temaşe neke!
Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî lêkolînên dawî yên zanistî, zilamên ku zêde li fîlmên porno û erotîk temaşe dikin, mêjiyê wan biçûk dibe.
Pispor û zanayên mêjî û norolojî dibêjin, ew zilamên ku zêde li fîlmên porno û erotîk dinêrin, herêma bi navê Striatum” a mêjiyê wan mezin nabe.
Li gorî lêkolînên pisporan, ev jî tê wateya biçûkbûna mêjiyê wan zilaman.
Ev lêkolîn ji aliyê pisporên Enstîtoya almanî ya Max Plankê ve hatiye kirin.