Guherîna avhewayê werza havînê li hinek cihan dirêj kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Zanayên zanistê dibêjin ku bi bandora germahiya cîhanê re rojên germahiya zêde du qatan zêde bûne.

Li bajarê Ahmedabadê yê Hindistanê xelk li hemberî pêlên germahiyê yên zêde yên li pey tên, cihên honik digerin.

Ji ber germahiya zêde xelkê bajêr bi sîwanan xwe diparêzin.

Pispor vê rewşê wekî yek ji encamên eşkere yên guherîna avhewayê dinirxînin.

Profesorê guherîna avhewayê yê li Zanîngeha Kraliyetê ya Londonê Frederik Otto got:

"Bi guherîna avhewayê re li tevahiya cîhanê hejmara rojên germahiya bi awayekî cidî zêde bûye.

Ev zêdebûn nîşan dide ku li hema hema hemû welatan rojên germ herî kêm duqatan zêde bûne.”

Daneyên zanistî xeteriyê nîşan didin

Li gorî lêkolîneke zanistî nû hatiye belavkirin, nêzîkî 4 milyar kesan di nav 12 mehên borî de herî kêm mehekê di bin germahiya zêde de mane.

Hat destnîşankirin ku ev rewş rasterast encameke guherîna avhewayê ye.

Ji Gulana 2024an û vir ve, li tevahiya cîhanê herî kêm 67 pêlên germahiya zêde hatin tomarkirin.

Ev pêl bûn sedema belavbûna nexweşiyan, zêdebûna mirinê û ziwanbûna erdên çandiniyê.

Komên lawaz di bin xeteriyê de ne

Di nav wan komên ku ji germahiya zêde herî zêde zererê dibînin de civakên belengaz, mirovên bitemen û yên ku nexweşiyên domdar hene cih digirin.

Ev kom wekî komên li hemberî pêlên germahiyê herî bêbergirî derdikevin pêş in.

“Dibe ku cîhan gelekî gemtir bibe”

Zanayê avhewayê Peter Prengman jî got, "Dibe ku cîhan pênc salên pêş gelekî germtir bibe.

Ev hişyariya hevbeş a Rêxistina Avhewanasiya Cîhanê û Nivîsgeha Avhewanasiya Qraliyeta Yekbûyî ye.”

Pêşniyarên çareseriyê û tedbîrên divê bên standin

Di nav tedbîrên sereke yên ku ji bo têkoşîna bi germahiya zêdetir re tên pêşniyarkirin de ev hene:

Şopandina zêdebûna germahiyê, xurtkirina xizmetên tenduristiya bilez, zêdekirina hejmara navendên honikbûnê, nirxandina dubare ya yasayên avakirinê, bicîhanîna tedbîrên tenduristiyê.

Pispoaran hişyariyên didin ku eger bi taybetî li welatên ku di pêşkeftinê de ne van cure tedbîran bi lez neyên bicîhanîn, dibe ku di salên pêş de zêdetir mirovên bimirin û zererên aborî çêbibin.