WÊNE - Şahciwana Gerdûnî: Dixwazim bi wêneyan bibim stêrk
Hewlêr (Rûdaw) – Mahlagha Jaberi, ew keça Îranî ye ku li ser torên civakî nasnava “Şahciwana Gerdûnî” wergirtiye dibêje, ew tamek taybet ji wênegirtinê digre.
Mahlagha Jaberi ji Rûdawê ra ragihand ku ew pir ji wênegirtinê hez dike û dixwaze bi vê rêyê jî bibe stêrkek cîhanî û got:
“Gelek derfet hatin pêşiya min ji bo weke aktêr derbikevim lê min divê bibin stêrka çavên kamerayan.”
Jaberi dibêje nîmayîşkirin xewna wê ye, niha weke foromodêl kardike û ji ber vê jî xwe ji gelek karên din dûr dixe. Ew diyar dike ku xelkê û hezkiriyên wê ew bi vî awayî qebûlkirine, ev jî ji bow ê bes e, lewma jî pêwîst nake mirov gelek tiştan pêşan bide.
Şahciwana Gerdûnî di dema derbasbûyî de çend wêneyek li girava navdar a Yûnanî Santorînî girtibû. Derbarê vê yekê de jî Jaberi got:
“Santorînî bajarê xewnên min e. Min li wir demên xweş borand û çend karek jî kir ku ezê wan jî paşî parve bikim.”