HEWLÊR - Sersal bi otomobîlên klasîk tê pîrozkirin: 150 otomobîl amade ne
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku îro li bajêr karnavala otomobîlên klasîk û kevn tê lidarxistin.
Ev cara duyem e ku li Hewlêrê çalakiyeke wiha tê kirin û zêdetirî 150 otomobîlan ji bo beşdariyê navên xwe tomar kirine.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro ji Rûdawê re ragihand:
"Îro di çarçoveya çalakiyên me yên çandî yên ji bo sersalê de, li Hewlêra paytext karnavala otomobîlên klasîk û kevn tê lidarxistin."
"Modelên 1991ê û jêrtir"
Karnaval saet 15:00an li ber Parka Şanederê dest pê dike.
Umêd Xoşnaw diyar kir ku tomarkirina navan beriya 10 rojan dest pê kiriye û got:
"Ez bangî hemû xwediyên otomobîlên kevn dikim; yên ku navên xwe tomar kirine û yên ku dixwazin bi otomobîlên xwe yên klasîk (modela 1991ê û jêrtir) beşdar bibin, dikarin werin karnavalê."
Parêzgarê Hewlêrê bi bîr anî ku ev karnaval cara ewil sala 2023yan hatibû lidarxistin.
Îsal li Hewlêrê amadehiyên sersalê ji salên borî cudatir in û li çend cihên cuda şahî tên lidarxistin.
Her wiha li ber Keleha Hewlêrê jî festîvala bazara vekirî dê 10 rojan berdewam bike.