Siruşthez li navçeya Elkê ya Şirnexê berê xwe didin Zozanên Feraşînê ku bilindahiya wan 2 hezar û 625 raqim e.
Zozanên Feraşîn ku dikeve sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê bi siruşta xwe ya bêhempa û golên xwe tektonîk ên Feraşîn cihekî balkêş e.
Siruşthezên ku berê xwe didin Feraşînê derfeta wê yekê bi dest dixin ku di nava siruştê demekî xweş derbas bikin.
Siruşthezên ku di her gavekê de rastî bedewiyeke cuda dibin, li derdora gola Çalyanê ya ku gelek cureyên giyayên endemîk lê pêde dibin bêhnvedana xwe dikin û wêneyan digirin.
Derya Gula ku ji bo dîtina siruştê ji Ispartayê berê xwe daye Zozanên Feraşînê got, ji bo dîtina van bedewiyên siruştî çûye herêmê.
Nîsanur Durmaza ku ji bajarê Xarpêtê çûbû herêmê destnîşan kir ku dê derfeta wê yekê dîtiye li zozanan bigere.
Foto: Ayhan Babat / AA