Mêrdîn (Rûdaw) – Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê cotkarekî 20 donim erdê xwe yê hişk kir baxê fêkiyan.
Adil Şahîn ê ku li rex TOKÎya li taxa Baglarê 20 donim erdê wî heye ji AAyê re got:
"Dema ku min li hin ciyan rez û bax dîtin, ez fikirîm û min ji xwe re got ku ez jî dikarim li ser erdê xwe tiştekî wiha bikim. Min ewil wekî hobî ev kar kir, lê şûnde min ji bajar û navçeyên cuda cuda şitilên gûz, hurmî, gêlaz, hinar, hejîr, zeytûn, tû, sêv û hwd peyda kirin û li ser erdê xwe danîn û a niha jî ez jê ber digrim."
Şahîn destnîşan kir ku wî bêyî alîkariya sazî û dezgehan, tenê bi derfetên xwe li ser erdê xwe fêkiyan hildiberîne û wiha dewam kir:
"Min hezkirina xwe ya daran ji hedîsa Cenabê Pêxember a, "Heke ku di destê we de şitilek hebe, ger qiyamet rabe jî, teqez wê biçikînin" wergirt û ji xwe re kir nimûne. Ez dixwazim ku her kes çandina daran ji xwe re wekî erkekî bihesibîne. Heya ku emrê min hebe ezê daran biçînim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse