COLEMÊRG - Kaşûnhezan roja ewil a salê li navenda kaşûnê derbas kir

01-01-2025
RÛDAW
Navenda Kaşûnê ya Colemêrgê / Wêne: AA
Navenda Kaşûnê ya Colemêrgê / Wêne: AA
Nîşan Colemêrg Kaşûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, kaşûnhezan betlaneya serê sala nû ji xwe re kir firsend û li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botanê xwe şimitandin.

Li navendê ji ber ku berf têra xwe nebariye, tenê pîsta etaba 1emîn ji bo xweşimitandinê hat vekirin.

Kaşûnhez û hin kes tevî zarokên xwe û taximên xwe yên xweşimitandinê û snowboardên xwe çûn navenda xweşimitandinê ya ku raqima wê 2 hezar û 800 metre ye.

“Navenda xweşimitandinê gelekî xweş e”

Hin kean jî mangal pê xist û pîknîk kir.

Kaşûnhez Ahmet Uluhan got ku li navendê tenê pîstek vekirî ye û wiha dewam kir:

"Tiştên ku ez par hîn bûm, ez wan dikim. Navenda xweşimitandinê gelekî xweş e.

Em ji vê derê pir kêfxweş in. Em di roja ewil a sala nû de hatin vê derê da ku bêhna me derkeve."

“Bêhna mirov derdikeve”

Samet Olgun jî got ku dema mirov xwe dişimitîne, bêhna mirov derdikeve û wiha dewam kir:

"Hewa xweş e. Roja me xweş derbas dibe. Her tişt pir xweş e.

Ji ber ku îro betlane ye, wextê me zêde ye. Tesîs pir xweş e. Li jorê berf zêde tuneye. Ji ber wê jî pîstek tenê vekirî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst