Zivistana îsal çima hew qasî bi berf û dijwar derbas dibe?

01-02-2026
Nîşan Sermaya Dijwar Berfa Zêde Sedem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteyên dawî de li gelek deverên cîhanê, piştî barîna berfeke zêde û bahozan bi dehan kesan canê xwe ji dest da.

Kamçatkaya ku li rojhilatê dûr ê Rûsyayê ye, di her du mehên kanûnê de di bin bi metreyan berfê de ma.

Li gor NASAyê, nîvgirav (Kamçatka) dema xwe ya herî biberf a ji salên 1970yî û vir ve dijî û hat ragihandin ku du kes mirine.

Hat eşkerekirin ku ji 26ê Kanûna Paşîn û bi vir ve, di hefteyekê de barîna berfê û şert û mercên dijwar ên zivistanê li Japonayê bûne sedema mirina 10 kesan.

Li Amerîkayê jî di bagera berfê de bi dehan kes mirin û bû sedema birîna elektrîkê ku bandor li bi hezaran kesan kir.

Ji 27ê Kanûna Paşîn û bi vir ve li wî Amerîkayê bi hezaran geştên balafiran hatin betalkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji Orduyê heta Bedlîs, Mûş û Wanê stûriya berfa ku li bajaran bariyaye, bi metreyan tê pîvandin.

Li Amed, Xarpêt û Şirnexê, berfbarînê cihê xwe da sir û seqemeke bê wêne.

Hat ragihandin ku ji ber qeşagirtinê û ketina mirovan, bi hezaran kesan bi giliyên şikestina hestiyan serî li nexweşxaneyan daye.

Gelo zivistana îsal bi rastî bi awayekî neasayî dijwar derbas dibe?

BBC derbarê serma û bagerên ku Nîvkureya Bakur li xwe girtiye bi pisporan re axivî.

Meteorologê payebilind ê Servîsa Avhewayê ya Brîtanyayê Jim Dale dibêje ku berfbarîn û sermaya dijwar a li Ewropa, Tirkiye, Amerîka, Kanada û Japonyayê, dikare di nav guherîna xwezayî ya avhewayê de were nirxandin.

Dale bal kişand ser pêvajoya atmosferî ya li pişt vê rewşê: "Polar Vortex (vortexa cemserî-pergala fişara nizm a li cemseran) bi gelemperî li cemseran dimîne.

Lê car caran germbûna ji nişka ve ya stratosferê ya li jora atmosferê vê hevsengiyê xera dike.

Dema stratosfer germ dibe, hewaya pir sar a di tebeqeyên jêr de ji cemseran ber bi derve ve diçe."

Dale diyar dike ku meyla vê hewaya sar a ku ber bi herêmên parzemînî (ne okyanusan) ve diçe, li Ewropa, Asya û Amerîkaya Bakur şert û mercên dijwar ên zivistanê diafirîne.

Her wiha, ew balê dikişîne ser bandora guherîna avhewayê ya li ser van pêvajoyên atmosferî.

Sala 2025an, piştî sala 1850î (dema destpêkirina qeydên cîhanî), bû sêyemîn sala herî germ, her du salên din ên herî germ 2024 û 2023 bûn.

Li gorî Birêvebiriya Neteweyî ya Okyanus û Atmosferê ya Amerîkayê (NOAA), pileya germiya meha Kanûna Pêşîn 1,05 pileyî li ser navînîya sedsala 20an bû.

Meha Kanûna Pêşîn a 2025an wekî pêncemîn Kanûna Pêşîn a herî germ a ji sala 1850î û bi vir ve hat qeydkirin.

Ji aliyê din ve, sala 2025an di warê rûberê berfê de li Nîvkureya Bakur bû sêyemîn sala ku herî kêm berf lê bariyaye.

Ji Zanîngeha Newcastleyê, Pisporê Bûyerên Avhewayê yên Zêde û Guherîna Avhewayê Dr. Abdullah Kahraman got: "Frekans (ducarebûn) û şîdeta sermaya zêde ji salên 1950yî ve kêm dibe.

Konsensusa (lihevkirina) zanistî li ser wê yekê zêde ye ku sedema vê yekê germbûna ji ber çalakiyên mirovan e."

Naxwe, di cîhaneke germ de çawa zêdetir berf dibare?

Ji Navenda Polîtîkayên Jîngehê ya Imperial College ya Londonê Dr. Mariam Zachariah wiha dibêje:

"Gerên germbûnê zêdetir tên dîtin lê germbûna gerdûnî tenê germiyê zêde nake, dikare bandorê li pergalên gergera atmosferê jî bike ku hewaya sar a cemseran tîne jêr."

Li gorî Zachariah, guherînên di pergalê de dema ku hewaya sar rastî girseyên hewaya şil û germ tê, dibe sedema bagerên berfê yên giran ên wekî "qîyameta berfê."

Her wiha pispor balê dikişînin ser şiyana hewaya germ ku bêhtir ritûbetê li xwe digire.

Jim Dale dibêje: "Germbûna okyanus û deryayan dibe sedem ku atmosfera li ser wan bêhtir germ bibe û bêhtir ritûbetê li xwe bigire.

Lewma, dema hewaya sar a ji Arktîkê (Cemsera Bakur) tê xwarê, li gelek deveran, Tirkiye jî di nav de, berfbarîneke pir dijwar pêk tê."

Bandora li ser Tirkiyeyê

Li gorî Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê, germahiya meha Kanûna Pêşîn a 2025an li Tirkiyeyê 6,3 pile bû ku ev 1,5 pile di ser pîvanên demsalî re ye.

Dr. Abdullah Kahraman diyar dike ku her çend di payîzê de rûberê berfê di bin pîvanan de bû jî, di rojên dawî yên Kanûna Pêşîn de zêde bû û di Kanûna Paşîn de bi temamî derket ser pîvanên asayî.

Sedemeke din a şert û mercên îsal "Livîna Atlantîka Bakur" (NAO) e.

Di dawiya Kanûna Pêşîn û destpêka Kanûna Paşîn de ev di "faza negatîv" de bû.

Ev tê wê wateyê ku ferqa fişara bilind û nizm li Atlantîka Bakur kêm bûye.

Di encamê de zêdetir barîn ber bi herêma Deryaya Spî ve hat veguhastin û mercên guncav ji bo berfê çêbûn.

Encam: Avhewaya Veguhêz

Jim Dale destnîşan dike ku guherîna avhewayê me ji pergalên "normal" ên berê derdixe û ber bi avhewayeke veguhêz ve dibe.

Her ku atmosfer germ dibe, enerjiya tê de zêde dibe û ev jî bûyerên avhewayê bêserûber dike.

Ev rewş hem di zivistanê û hem jî di havînê de dibe sedema bagerên dijwar, barînên zêde, bayên pir bihêz û germên kujer.

Dale dibêje: "Ji ber vê yekê êdî divê em ne tenê li ser adaptasyonê (xweguncandin); li ser ewlehî, tendirustî û man û nemanê jî bifikirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst