NEXT – Zeviya kontrolkirî çi ye û dikare çi sûde bide çandiniya Kurdistanê?

02-01-2024
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Bernameya NEXTê
Bernameya NEXTê
Nîşan Next Namo Ebdullah Çandinî
A+ A-

NEXT - Modelên çandiniyê yên bêyî ax yên zeviyên kontrolkirî, îro li seranserê cîhanê têne bicihkirin û her roj ji aliyê gelek kesan ve têne ceribandin.

Bernameya NEXTê ya Rûdaw TV ku Namo Ebdula pêşkeş dike, di vê beşê de sîstema bêyî axê ya li ser peydakirina hewcedariyên xurekê yên çandiniyê kiriye mijara xwe.

Bernameya NEXTê, li bersiva “Herêma Kurdistanê çawa dikare sûdê ji ezmûna Amerîkayê bigire?” digere.

Rêveberê Kompanyaya AppHarvestê Tony Martin got:

Zeviya me di sala 2017an de ji hêla kesekî rêzdar bi navê Jonathan Webb ve hate damezrandin. Jonathan û tîma ku wî kom kiribû fêm kirin ku Appalachia navçeyeke welêt e ku pêwîstiya wê bi veberhênana aborî heye. Wî çandiniya zeviyên kontrolkirî wekî derfetekê ji bo peydakirina firsendên kar bi mûçeyên baş ji bo deverê dît.

Herwiha xwest tiştekî berhem bîne ku pêwîstiya bazarê pê hebe û hem jî sûdê jê wergire, ew jî fêkî û şînkatî bûn ku bi awayekî pir berdewam tên berhemanîn. Di encamê de, wî AppHarvest damezrand.

Berhema bacanan li zeviya kontrolkirî bi qasî 30 caran ji  zeviya kevneşopî zêdetir e

Li ser pirsa Namo “Hûn dikarin şiyana berhemanîna vê zeviyê li gor zeviyên kevneşopî yan klasîk zelal bikin?” Tony Martin wiha got:

Ger em werin ser çandiniyê û bi taybetî bala xwe bidin bacanan, wek tu dibînî bacanên me yên xweşik hene. Bacan bi awayekî giştî li ser giyayên pelkêş (an vayin) û bi rengekî asoyî mezin dibe.

Ji ber ku zeviyên me yên girtî hene, em dikarin wiha bikin ku berhem bi awayekî stûnî jî mezin bibe. Em dikarin giya di devereke pir piçûk de zêde bikin û berhemanîna berhema xwe zêde bikin.

Berhema donimek bacan li zeviya kontrolkirî bi qasî 30 caran ji berhema donimek zeviya kevneşopî zêdetir e. Wekî encam, bi çavkaniyên hindiktir û zeviyên kêmtir, tu dikarî berhema wê donimê zêde bikî, ev jî wiha dike ku tu pir berhemdartir bibî.”

Li hin zeviyên kontrolkirî her çar demsalan çandiniyê dikin

Li ser pirsa Dema ku behsa zeviyên girtî tê kirin, ti sînordarkirineke demsalî tune ye, rast e? Meriv dikare tevahiya salê bacanan biçîne?” jî Tony Martin got:

Erê dikare. Erê, ev rast e. Li hin zeviyên girtî û kontrolkirî, her çar demsalan çandiniyê dikin. Li wir, di tevahiya salê de berhem têne çandin. Ev jî rê dide ku ew demê destnîşan bikin ka kîjan çaxî berhemên xwe bişînin bazarê, ji bo ku di demên herî girîng ên salê de berheman ji xelkê re peyda bikin û dikarin tevahiya salê çandiniyê bikin.

Bi me baş e ku em di demeke diyarkirî de çandiniyê bikin da ku em wê demê bacan û şînkatiyên taze ji bazarê re peyda bikin ku herî zêde tên xwestin û divê berhem ji deverên herî dûr werin.

Ango bi gelemperî sala me nêzî meha tebaxê dest pê dike dema ku em diçînin, em berhemanînê di tîrmehê de diqedînin heya nîveka meha tebaxê dema ku em zeviyê paqij dikin û ji bo berhemên nû amade dikin.

Bi bikaranîna aveke kêmtir, bi deh milyon kîloyan berhem tînin

Tony Martin bersiva pirsa “Çend zeviyên girtî yên AppHarvestê yên bi vî rengî hene? Şiyana we ya berhemanînê çiqas e? Tu dikarî hejmarekê bidî min?” wiha da:

Niha çar zeviyên me hene. Du zeviyên me yên 242 donimî hene, yek li Moorhead, yek li Richmondê ye. Em niha 360 doniman ji wan bi kar tînin. Di meha tebaxê de, em ê çandiniyêê li beşa din jî bikin.

Em bacanan diçînin. Çar cureyên cuda yên bacanan. Li cihên me yên din, li Berea û Somersetê, em xesan diçînin ku dê di demeke nêz de yên organîkî jî çêbibin. Em li Somersetê tûerd û xiyaran diçînin. Em her sal, bi bikaranîna aveke kêmtir, bi deh milyon kîloyan berhem tînin.

“Çimkî ger em rojekê biçin ser Marsê, divê em giya bi vî rengî biçînin”

Keştîvanekî Stasyona Valahiya Esman a Navdewletî jî got:

Ev ceribandinên sosret hene ku tîmên zanîngehan an navendên lêkolînê yên ji çaraliyên cîhanê dişînin vir, Stasyona Valahiya Esman ji bo ku em wan pêk bînin.

Em jî van testan ji bo zanayan dikin. Ezmûna min a herî xweş çandina bacanên sor li vir e. Ez ji vî giyayê piçûk ku dibînim li vir mezin dibe, pir hez dikim.

Alîkariya me kirin ku em fêr bibin çawa bikarin baştir av û xwarinê di mezinbûna giya de bi kar bînin, bi bikaranîna rêyên cuda wek hîdroponîk an çandina giyayan di nav avê de, giya çawa mezin dibe.

Çimkî ger em rojekê biçin ser Marsê, divê em giya bi vî rengî biçînin. Stasyona Valahiya Esman a Navdewletî bi rastî platformeke bêhempa peyda dike ku em dikarin beşa herî dijwar a gera li valahiya esmên ku hebûna mirov e, lêkolîn bikin.

Mixabin, hiştina me bi saxîtî di valahiya esmên de zehmet e. Zêdetirî 20 salan e ku mirovên me li vê stasyonê dijîn û ligel veguhastina me ber bi heyvê û gerstêrkên din ve, pêwîstiya me bi ezmûna wan 20 salan çêdibe.

Demeke pir balkêş e. Ji dil, bi nêrîna min, em keştîvan hemû gerok û zana ne û loma tu beşek ji vê tîma hêja bî, bi rastî jî ezmûneke pir taybet e.”

Her giyayek xwedî şiyaneke berhemanînê ya diyarkirî ye

Tony Martin di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Weke ku tu dibînî, di zeviya girtî de rêz hene. Her rêzek dirêjiyeke wê ya diyarkirî heye. Her berhemek zêdebûneke wê ya diyarkirî heye, ango hejmara giyayan di her rêzekê de.

Her giyayek xwedî şiyaneke berhemanînê ya diyarkirî ye. Em dikarin pêşwext bizanibin ka dê çend berhemên me hebin. Ji bo her giyayekî, ji bo her rêzekê, li gor hejmara ku me çandiye, em dikarin rêjeya berhemê rast pêşbînî bikin. Hevkêşeyeke pir xwerû ye.

Herwiha tu dibînî ku bacan di koman de mezin dibin. Em di heman demê de bacanekê diçînin. Berhema her giyayekî bi qasî heşt hefteyan bacan heye.

Em heta radeyekê pir baş dizanin ku em ê vê hefteyê, hefteya bê û hefteya piştî wê jî kîjan giyayî biçînin. Agahiyên me yên pir rast hene.”

“Xwendekar di dema nîv salê de agahiyên kûr li ser çandiniyê werdigirin”

Mamosteyê li Saziya Farming Now Daniel Armstrong jî got:

“Bi rêya sazûmana çandiniyê ya niha, rêbazeke wê ya şeş beşî heye ku em fêrî xwendekarên wê dikin. Rêbaz zanîneke bingehîn peyda dike. Di dersekê de, li ser çandiniya çewlika kontrolkirî, em her tiştî derbarê wê mijarê de hîn dikin.

Ji dîroka çandinî û jîngeha kontrolkirî, ji serdema Babiliyan heya serdema nûjen, em balê dibin ser cûreyên cuda yên çandiniya jîngehên kontrolkirî, rola avê, rola ronahiya çêkirî ku tu li vir dibînî, bingehên zanista giyayan û dûv re, ji bo paketkirina wan, em bi rastî balê dibin ser aboriya çandiniya jîngeha kontrolkirî, tu berhema xwe çawa bixî bazarê, tu çawa bibî karsaz û karsaziya te di warê çandiniya çewlika kontrolkirî de hebe.

Bi rastî, xwendekar di dema nîv sal an demsalekê de agahiyên pir kûr li ser çandiniya zeviyên girtî û kontrolkirî werdigirin.”

“Çandiniya kevneşopî dê ti carî ji holê ranebin”

Daniel Armstrong li ser pirsa “Ma em dikarin bibêjin ku çandiniya kevneşopî ber bi nemanê ve diçe? Çimkî cotkariya nû, cotkarê bê yê ku tu wî çêdikî, ji ajotina traktorê bêtir xwediyê zanîna komputerê ye” got:

Ez naxwazim bibêjim ku ber bi nemanê ve diçin. Ez dizanim amar ji me re dibêjin ku heta sala 2050î, divê em berhema xwe ya xwarinê ji sedî 70 zêdetir bikin. Tu vê yekê bi bikaranîna enerjiya kêmtir, ava kêmtir û cihê kêmtir dikî.

Li gorî min, cotgeha stûnî beşek ji çareseriyê ye. Lê gelek teknîkên ku xwendekarên me li vir, li ser pergalên çandina zeviyên girtî fêr dibin, rasterast ji bo çandina zeviyên vekirî jî tên meşandin.

Çandiniya kevneşopî yan zeviyên vekirî dê ti carî ji holê ranebin. Hin berhem hene ku em neçar in wan bi vî rengî biçînin. Di nav wan de genim, garis û birinc ku li çaraliyên cîhanê xwarinên sereke ne.

Xwendekar bi gelemperî gava dibînin ku temenê navîn ê cotkaran li Amerîkayê 62 sal e, wekî pîşeyekê li çandiniyê mêze nakin. Ya ku em hêvî dikin di vê bernameyê de bikin ew e ku em nîşanî wan bidin ku çandinî dikare bibe pîşe.

Ji sedî 70 ava vexwarinê ya cîhanê ji çandiniyê re diçe

Berpirsê Pêwendiyên AppHarvestê Travis Parman jî derbarê mijarê de got:

“Li ser asta cîhanê, ji sedî 70 ava vexwarinê ji çandiniyê re diçe. Lewra divê em dest bi pêşxistina xwarinên zêdetir bi çavkaniyên pir kêmtir bikin, wekî din derfeta me nîne ku em bikarin xwarinên pêwîst ji şêniyên cîhanê re ku hejmara wan her û her zêde dibe, berhem bînin.

Wek mînak xes bi rastî tu dikarî aveke zêde paşkeft bikî dema ku tu wê di çewlika stûnî de diçînî. Seriyek xes di zeviyeke vekirî de nêzî 500 galonên avê dixwaze. Lê gava tu wê di çewlikeke girtî de diçînî tenê nêzî galonekê jê re pêwîst e.

Em bi tîrêjên rojê dest pê dikin û ronahiya rojê herî zêde bi kar tînin. Paşê, çimkî tevahiya salê berhema me heye, em carinan ronahiya çêkirî bi rêya şewqa LEDê bi kar tînin.

Bandora roniya LEDê ji sedî 40 zêdetir e. Em kar dikin ji bo ku enerjiya jîngehqirêjker bi kar neyînin û bêtir enerjiya nûbûyî bi kar bînin.

Loma em bi rastî bawer dikin ku çandiniya çewlika kontrolkirî pêwîst e bibe pêla sêyemîn a binesaziya domdar ji bo baştirkirina ewlehiya navxweyî ya xwarinê.

Tîma me ya teknolojiyê ji vê çewlikê re dibêjin robotekî 242 donimî, çimkî gelek tişt otomatîk in, ji rêkxistina rêjeya nemiyê, pileyên germê heta radeya ronahiyê.

Hin tiştên me yên din hene ku alîkariyê dikin. Erebaneyên serbixwe ne ku xwe diajon û em ji wan re dibêjin firkên elektrîkê. Sindoqên vala dibin derve ji bo pisporên çavdêrîkirina giyayan da ku werin dagirtin.

Paşê ew erebaneyên serbixwe selikên dagirtî dibin navenda prosekirinê da ku werin berhevkirin û ji bo bazaran werin şandin.

Bi rastî, Amerîka hewl dide xwe bigihîne welatên din. Tê texmînkirin ku nêzîkî 24 hezar donim zeviyên me yên çandiniyê yên girtî yan di bin camê de hene.

Li gorî Ewropayê ku zêdetirî 2 milyon donimên wê hene. Zanîngeheke navdar a Ewropayê texmîn dike ku tenê ji bo dawîanîna li berhemên giyayî yên pelkêş (vayin) ku ji Meksîkayê têne hawirdekirin, pêwîstiya Amerîkayê bi 80 hezar donim zeviyên girtî heye. Loma, em derfeteke mezin dibînin ji bo berdewamkirina pêşveçûna çandiniyê ya çewlikên kontrolkirî û binesaziya wê li vir li Amerîkayê.”

Tony Martin herî dawî got:

“Bi baweriya min, teknolojiya çewlika stûnî dê bibe şêwazeke çandiniyê ku divê li seranserê cîhanê were bikaranîn. Ez di wê baweriyê de me ku gava welat sûdên vê teknolojiyê têbigihin, tew heke navçeyên wan ên çandiniyê yên bihêz hebin jî, dê vê teknolojiyê bi kar bînin.

Di çewlika girtî de celebek berhemdarî û kalîte heye ku di çewlika vekirî de peyda nabe. Bi baweriya min, paşeroja çandiniyê ye, teknolojiya gihandinê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst