Îro Roja Taştê ya Cîhanî ye: Li Wanê pîrozbahî hene

02-06-2024
RÛDAW
Taştêya Wanê/Wêne: AA
Taştêya Wanê/Wêne: AA
Nîşan Taştêya Wanê Roja Taştê ya Cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Roja Taştê ya Cîhanî bi çalakiyan tê pîrozkirin.

Bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê 2014an bi beşdarbûna 51 hezar û 793 kesan rekora “Sifreya herî qerebalix a taştê ya cîhanê” hatibû şikandin.

Her sal yekşema yekem a hezîranê li Wanê “Roja Taştê ya Cîhanî” tê pîrozkirin.

Îsal jî xwaringehên taştê yên vî bajarî dest bi amadekariyan kiriye.

Îsal “Roja Taştê ya Cîhanî” li navçeya Erdîşê tê pîrozkirin.

10 sal berê ket Pirtûka Rekoran a Guinnessê

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva got:

“Cara ewil me yekşema yekem a Hezîrana 2014an ku dibû 1ê Hezîranê 'Sifreya herî qerebalix a taştê ya cîhanê' danî ku 51 hezar û 793 kes beşdar bûn.

Bi vî awayî em ketin Pirtûka Rekoran a Guinnessê.

Piştî wê, sala 2019an jî me serî li Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Tirkiyeyê da ku her sal yekşema yekem a hezîranê wekî Roja Taştê ya Cîhanî bê qebûlkirin û pîrozkirin.

Di sala 2020î de ku korona hebû me yekşema yekem a hezîranê wekî Roja Taştê ya Cîhanê pîroz kir.

Îsal dê bibe 5emîn sala pîrozkirina vê rojê.”

Taştêya Wanê li cîhanê bi nav û deng e.

Di Taştêya Wanê de zêdeyî 20 corên xwarinê yên bingehîn hene ku li ser sifreyan tên danîn.

8 cor ji wan li ser navê Wanê hatine tomarkirin.

Yê ku carekê Taştêya Wanê xwar êdî ti carî wê tamê ji bîr nake.

“Ji welatên cîran jî ji bo taştêya Wanê tên”

Xwediyê xwaringeheke taştê Fariz Gul wiha anî ziman:

“Ji bo xwarina taştêya Wanê ji her devereke Tirkiyeyê geştyar tên vir.

Ji welatên cîran ên wekî Îraq, Îran û Azerbeycanê jî gelek geştyarên me yên ku ji bo taştêya Wanê tên Wanê hene.

Em jî wek xwediyên vî karî hewl didin vê çandê biparêzîn.”

“Taştêya Wanê ji bo danasîna Wanê gelekî giring e”

Xwediyê xwaringeheke taştê Metin Karasu wiha axivî:

“Taştêya Wanê bala geştyarên biyanî û navxwe dikişîne ser xwe.

Gelek caran ji bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê mişteriyên me hene li balafirê siwar dibin tên Taştêya Wanê dixwin û vedigerin.

Taştêya Wanê ji bo danasîna Wanê, geştyariyê û herwiha ji bo aboriya welêt jî çavkaniyeke gelekî giring e.”

Îsal ji bo parastina masiyan li Erdîşê tê lidarxistin

Îsal dê bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê “Roja Taştê ya Cîhanî” bi beşdariya 500 kesî li navçeya Erdîşê were lidarxistin.

Wan bi zanîbûn ew navçe hilbijartiye, armanca wan ew e ku balê bikişînin ser Koça Masiyên Kefal a vê demê li wir dest pê dike û parastina wan masiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst