Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê "Rojên Danasîna Amedê" tên lidarxistin.
Rojên Danasîna Amedê ji aliyê Şaredariya Kagithaneyê û Federasyona Komeleyên Amedê ve tê organîzekirin û dê 2 rojan berdewam bike.
Ji bo kesên ku diçin serdanê berhemên xwemalî yên wekî penîr, qehwe, hûr û rivî, şirdan, cîger û qedeyîf tên pêşkêşkirin.
"Em dê careke din Amedê li vê derê nas bikin"
Serokê Şaredariya Kagithaneyê Mevlut Oztekîn got, "Berî her tiştî ez ji Ameda me re dibêjim hûn bi xêr hatin.
Sipasiya serokê federasyonê, hemû hemşeriyên xwe, serokên şaredariyê û parêzgarê me dikim. Em dê careke din Amedê li vê derê nas bikin."
Li gel berhemên xwarinê dezgeha tevnê jî hatiye danîn û hosteya jin dibêje dema welatî wê dibînin kêfxweş dibin ku kevneşopî tê berdewamkirin.
"Dema hinek dibînin kêfa wan tê"
Hosteya Tevnê Nezihe Cengizê wiha anç ziman:
"Em hevrîşim çêdikin. Boyaxkirin, kişandin hemû karan em bi xwe dikin.
Dema hinek dibînin kêfa wan tê û dipirsin dibêjin te çawa çêkiriye.
Mamostayê me heye û ne tenê ez im em 15 kes perwerdeyê dibînin.
Atolye heye û her kesek tevna wan heye. Em bi vî awayî debara xwe dikin."
Bernameya "Rojên Danasîna Amedê" bi hevkariya Şaredariya Kagithaneyê û Federasyona Komeleyên Amedê hatiye organîzekirin.
Rojên Danasîna Amedê roja Şemiyê dest pê kir û dê heta 5ê vê mehê berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse