Şirnex: Zava bi hesp bûk ji mala bavê wê bir

07-05-2024
Ferdî Sak
Li Şirnexê zava bi hesp bûk ji mala bavê wê bir/Wêne: Rûdaw
Li Şirnexê zava bi hesp bûk ji mala bavê wê bir/Wêne: Rûdaw
Nîşan Şirnex Bûk Hesp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê zavayekî bi hespê bûk ji mala bavê wê bir mala xwe.

Di serdemên bav û bapîran de dema li Bakurê Kurdistanê kesek dizewicî otomobîl nebûn û bûk li ser pişta hespan dihatin veguhastin.

Li gundê Ripinê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê Sînan Yaman û Rojîn Yaman biryara zewacê da.

Lê Sînan jî wekî nerîtên bav û kalan bi du hespan çû mala xezûrê xwe da ku Rojîna bûk bi hespê ji mala bavê wê bibe mala xwe.

Hejmareke zêde ya rûspî û xelkê gûnd jî pê re çûn ber mala bûkê.

Zava li hespekî û bûk jî li hespekî hatin siwarkirin.

Piştre heta ber deriyê mala zavê bi stranên gelêrî bûk hat veguhastin.

Daweta her du ciwanan şevek û rojekê bi Kurdewarî hat kirin û gelek kesan bi cilûbergên Kurdî govend û dîlan gerandin.

Merasîma xelatan hat kirin û zêr û pere wekî diyarî bi bûk û zavê ve hatin kirin.

Dîmenên şahiya ciwanên Kurd ji aliyê Studyo Dîlanê ve ji Rûdawê re hatin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst