Hewlêr (Rûdaw) - Ûgûr Çapa yê ji navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê û Alona Popova ya Rûs dema ku li Stenbolê zanîngeh dixwendin hev nas kirin, li Geverê zewicîn.
Ûgûr Çapa yê 32 salî û Alona Popova ya 26 salî dema li Zanîngeha Aydin a Stenbolê xwendekar bûn hev nas kirin, piştî hevaltiyeke 5 salan biryar dan ku bi zewicin.
Çapa û Popova li Geverê bi daweteke ku 2 roj berdewam kirin li gorî dab û nêrîtên Kurdan zewicîn.
Çapa diyar kir ku di sala 2018an de dema ku Popova di çarçoveya bernameya Erasmusê hatiye zanîngeha ku lê dixwend e hev nas kirine.
Zava Çapar got “Em plan dikin ku piştî dawetê jiyana xwe li Geverê bidomînin. Ez dixwazim çanda malbata min nas bike. Bi salan e ez li Stenbolê dijiyam, êdî ez dê karê xwe li vê derê berdewam bikim. Ez pisporê çandina por im. Hevjîna min jî xebatkara tendirûstiyê ye, em heman karî dikin.”
Popova jî diyar kir ku ew û hevjînê xwe gelek ji hev hez dikin û dibêje “Min ji Geverê pir hez kir, mirovên wê pir paqij in, pir xwîngerm in. Jiyana li vê derê pir xweş e. Em dê li vê derê bijîn lê ji bo betlaneyê em dikarin herin derveyî welat û bên. Ez çûme Kore û Çînê. Li welatên cuda cuda geriyam, lê min wek mirovên vê derê nedîtiye. Pir dilpak in, têkiliyên wan ên malbatî pir xurt in. Ez fêrî gondê bûm.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse