Dusseldorf (Rûdaw) - Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Ebdilezîz Arif li Almanyayê bûye şofêrê trênê.
Kaptan Ebdilezîz Arif ji Efrînê ye û çend sal in li Almanyayê dijî.
Wî warekî cihê ji bo karkirinê hilbijartiye ku ajovaniya trênê ye. Dibe ku dîtina Kurdekî ku vî karî li derve bike pir zehmet be.
Kaptan Ebdilezîz 2016an piştî alozbûna rewşa Efrînê, wekî penaber berê xwe dide Almanyayê.
Wekî ku Ebdilezîz bi xwe behs dike, pêşî jiyana wî li wir pir dijwar bû ji ber ku ziman, çand û her tiştê din ji welatê wî cuda bû, paşê xwe hînî zimanê Almanî kiriye.
Piştî 4 salan fêrî zimên bû û her wisa fêrî ajotina trênê jî bû û vêga şofêrê trênê ye.
Kaptan Ebdilezîz Arif bû mêvanê Diyasporayê û behsa karê xwe kir û got:
"Çar sal in ez ajovanê trênê me û ez rojane 10 saetan ajovaniya trênê dikim û em her 6 mehan carekê testa ajokariyê dikin."
Kaptan Ebdilezîz diyar kir ku li gorî yasayên trafîkê yên Almanyayê, dema ajotina trênê ya herî dirêj 12 saet e, ji ber vê yekê jî ew nikare ji wan 12 demjimêran zêdetir kar bike.
Gelek hezkerên Kaptan Ebdilezîz li ser torên civakî yên Instagram û TikTokê hene.
Ew rojane vîdyoyên dema şofêriya xwe li ser wan her du torên civakî diweşîne û gelek karvedan li ser wan heye û vêga bûye kesekî navdar û naskirî.
Ebdilezîz got, "Min qet bawer nedikir ku ez dê rojekê ji rojan ji Efrînê bêm Almanyayê û bibim ajokarê trênê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse