Tîşortê ku Ocalan li xwe kiribû li firoşgehan nema: Bi çi qasî ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Tîşortê ku Abdullah Ocalan di peyama xwe ya vîdeoyî de li xwe kiribû li ser medyaya civakî bû rojev û li malperên firotinê yên Lacosteyê bi hişyariya "qediyaye" hat nîşandan.
Peyama vîdeoyî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan îro ji aliyê saziyên medyayê yên nêzîkî rêxistinê ve hat belavkirin.
Tîşortê markaya Lacosteyê ya ku Ocalan di vîdeoyê de li xwe kiribû, li ser medyaya civakî bû mijara sereke.
Bi hezaran bikarhêneran bi şiroveyên cihêreng, bi mîzah, rexne û amajeyên siyasî li ser tercîha Ocalan a cil û bergan nêrînên xwe anî ziman.
Eleqeya zêde ya li ser medyaya civakî di demeke kurt de bandor li ser malperên firotinê yên online jî kir.
Kesên ku xwest modela ku Ocalan li xwe kiribû siparîş bikin, li ser malperê bi hişyariyên “li stokê nemaye” û “qediyaye” re rû bi rû man.
Bihayê tîşortê yê niha ji 4 hezar û 899 lîreyan (nêzikî 122 dolaran) hatibû daxistin û bi 3 hezar û 674 lîreyan (nêzikî 92 dolaran) dihat firotin.
Lê belê, hat dîtin ku piştî destpêkirina firotinê, bihayê çend modelan zêde bûye.