Taksîajoya tayê bitenê ya Amedê ji bo jinan dibe hêvî

11-05-2025
Abdulselam Akinci
Taksîajo Nazan Oytun / Wêne: Rûdaw
Taksîajo Nazan Oytun / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Jin Nazan Oytun Taksîajo
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Nazan Oytunê li Deriyê Çiyê li ber Nexweşxaneya Selahaddîn Eyubî ya Dewletê ya Amedê dest bi şofêrtiya taksiyê kiriye.

Nazan Oytun li Amedê taksîajoya tayê bitenê ya jin e ku wê du mehan berê dest bi taksîvaniyê kiriye.

Ji aniha ve ew li bajêr navdar bûye û eleqeyeke zêde ya jin û meran ji taksîajo re çêbûye.

Li Amedê 1800 taksî û ajokarên taksiyên veguhastina nav bajêr dikin hene lê li tevahiya bajêr weke renge herî ciyawaz ê taksîajoyên bajêr jî Nazan Oytun e.

Dayîka du keçikan Nazan Oytun rojane 12 saetan di trafîka bajêr de taksiyê diajo û debara mala xwe dike.

"Ez ji bo paşeroja keçên xwe têdikoşim"

Nazan Oytunê da zanîn ku ew di gelek sektoran de xebitiye û niha jî ji bo paşeroja du keçên xwe ajokariya taksiyê dike û wiha got:

"Berî şofêriya taksiyê ez di sektora bazarkariyê de, di sektora sîgortayê de dixebitîm. Min karê xwe dikir.

Yanî bi awayekî aktîv dixebitîm û min debara xwe dikir. Sê sal in ez ji zilamê xwe qetiya me. Ez li ser linge xwe disekinim.

Du keçikên min hene yek 11, yek jî 6 salî ye, ez niha ji bo pêşeroja wan, ji bo perwerdeya wan têdikoşim."

Ajokara jêhatî di trafîkê de eleqeya herî zêde ji jinên bajêr dibîne lewra ew ji bo jinan mînakeke serkeftinê ye.

"Jin xwe rehettir û azadtir hîs dikin"

Nazan Oytun nêrîn û helwesta mişteriyên xwe yên jin wiha tîne zimên:

"Li Amedê tenê taksîajoya jin ez im. Welatiyên min min rûmetdar dikin, teqtîr dikin.

Ev jî motîvasyona min zêdetir dike. Bi piranî jin taksiya min tercih dikin.

Ew dibêjin `Xwişkê em bi te ra rehettir in, xwe azadtir hîs dikin.`

Dibêjin `Dema taksîajo mêr be em xwe rehet nabînin.` Ez bi wan re sohbetê dikim.

Hevpîşeyên Nazanê jin jî sebaret bi wêrekî û jêhatîbûna Nazan Oytunê gelekî kêfxweş in û hêviya zêdebûna ajokarên jin dikin.

"Jin jî wekî mêran ji bo zarokên dixebitin"

Taksîajo Remzî Can piştgirî da hevpîşeya xwe Nazan Oytunê û wiha got:

"Îro çawa ku zilamek ji bo zarokên xwe dixebite, nane xwe qezenc dike, pîrekek jî bi heman awayî ji bo zarok û mala xwe dixebite.

Ez pir diecibînim. Serkeftinê jê re dixwazim. Helal be ji wê re. Înşelah yê dewama wî were, çend xwişk û birayên nû jî yê bikevin nav me."

Taksîajo Samî Reşîtoglu wiha pesnê hevpîşeya xwe da, "Taksîajoyî û şofêrtiya xwişka me baş e. Em gelekî jê memnûn in."

Taksîajoyê bi navê Mihemed got, "25 sal in ez vî karî dikim. Min ev jina şofêr dît ez şaş mam weleh."

Nazan Oytun dibêje bila jin û keçikên bajêr jî wêrek tevbigerin lewra her karekî ku mêr dikarin bikin jin jî dikarin pêk bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst