Lêkolîn - Jin ji mêrên çawa hez dikin?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke nû derketiye holê ku mêrên keçel bêhtir bala jinan dikişînin.
Rojnameya Daily Mailê ya Brîtanî encamên lêkolîna xwe ya derbarê taybetiyên herî populer ên mêrên ku jin ji wan hez dikin weşandin.
Lêkoleran ji 2 hezar jinan pirsî ka çi tiştên ser, rû û bejna mêran bala wan dikişîne.
Tiştê ku wan çaverê nedikir ev bû ku bibînin keçelbûn bû.
Tiştê herî populer ê duyemîn jî ku jin di mêran de jê hez dikin û bala wan dikişîne ji porên reş, zer, xav û xirpûşkî (xelekî) ne.
Jin bawer dikin ku mêrên keçel gihîştîtir, têgihîştîtir, jîrtir û dilsoztir in.
Li gorî lêkolînê, tenê tiştekî ku jin ji keçelbûnê zêdetir jê hez dikin, laşê werzişî ye, yanî ewên ku bi hesinan dilîzin û laşê xwe dinepixînin.
Ev yek diyar dike ku çima aktor û stêrên navdar ên wekî Channing Tatum, Dwayne "The Rock" Johnson, Jesse Williams, Bruce Willis, Jason Statham û Terry Crews di nav jinan de xwedî heyranên herî zêde ne.
Jessica Leoni, Berdevka Malpera Illicit Encountersê ku lêkolîn kiriye, diyar kir ku "Keçel herî zêde balê dikişînin ser xwe" lê dibêje "Balkêşî di çavê temaşevan de ye."
Piştî keçelî û bedensaziyê, taybetiyên herî bijarte yên mêran di nav jinan de bi rêz ev in: Porê reş, porê xelekî, hestiyên rû yên bilind, porê zer, çavên kesk, mûyên singê, deq û guhar.