Li Navenda Kaşûnê ya Sarîqamîşê liv û tevgera geştyaran zêde bûye

12-01-2025
RÛDAW
Nîşan Qers Geştyar Li Navenda Kaşûnê ya Sarîqamîşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sarîqamîşê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji navendên girîng ên turîzma zivistanê ye, li navenda kaşûnê dawiya hefteyê liv û tevger zêde bû.

Navenda Kaşûnê ya Sarîqamîşê ku 2 hezar û 634 metre ye, stûriya berfê gihişt 60 santîman.

Ji ber ku tav heye û hewa jî xweş e gelek geştyarên herêmî û biyanî çûn navendê ku xwe bişiqitînin.

Serokê Komeleya Fêrkirina Xweşiqitandin û Snowboardê ya Sarîqamîşê Bulent Yilmaz ragihand ku li ser berfa krîstal kaşûn pir xweş e.

“Berfa herî baş a dinyayê li vê derê dibare”

Bulent Yilmaz bi bîr xist ku demsala kaşûnê hinekî dereng dest pê kir û wiha got:

"Niha erdekî nuwaze çêbû. Em li cihekî wisa ne ku berfa herî baş a dinyayê lê dibare.

Mêvanên me yên ji dervayî welêt tên jî hene. Ez hêvî dikim ku demsala me baş derbas bibe.

Bê qeza û bê bela be. Em li benda hemû hezkiriyên kaşûnê ne."

“Her tişt pir xweş e”

Melîs Uzgura ku ji Stenbolê çûye jî got berfa li Sarîqamîşê pir xweş e, dibiriqe û wiha axivî:

"Cara ewil e ez hînî kaşûnê dibim. Ez bi mamosteyê xwe ra hatim dersê.

Her tişt pir xweş e. Kêfa min ji vir re hat û hevî dikim ku carek din jî bêm vir."

Li navendê 5 telesiyej û 9 pîstên ku dirêjahiyên wan cuda yên ku tevahî 30 kîlometre ne hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst