Li Mûşê bêrîvan ji bo dotina pez berê xwe didin zozanan

12-07-2023
Mihemed Emin Demir
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mûş Bêrîvanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Badiyan ê navçeya Gimgimê ya ser bi parêzgeha Mûşa Bakurê Kurdistanê ve gundî kevneşopiya berîvaniyê heta niha jî berdewam e.

Demjimêrên sibehê û esrê rojê du caran ji bo bêriyê berîvan berê xwe didin zozanên ku keriyên wan lê ne.

Fatma Vural a ku 30 sal in ajeldariyê dike dibêje karê dikin zehmet e, lê ji bo debara xwe neçar in.

Bêrîvan Fatma Vural got “Em li gund dijîn û ajeldariyê dikin. Em demjimêr 10 tên bêriyê û demjimêr 1ê vedigerin. Êvarî demjimêr 4 careke din tên û demjimêr 7an vedigerin gund. Dema em tên bêriyê em karê ajeldariyê dikin û dema em diçin mal jî em karên male dikin.”

Bêrîvan rojê bi çûn û hatinê 20 kîlometre rê dikin û ligel hesp û keran li gor derfetên xwe motorsîkletên çiyayî jî bikar tînin. Şîrê ku berhem tînin an weke şîr an jî dikin mast, penêr û nîvîşk û difroşin û pê debara mala xwe dikin.

Bêrîvan Fatoş Bingol dibêje “Ez bi xwe bikar tînim û hevala min jî ligel min e. Em pezê xwe didoşin û vedigerin. Hevalên me yên din jî bi hespan tên û diçin.”

Li Mûşê li gor amarên fermî milyonek û 205 hezar ajelên biçûk û 301 hezar ajelên mezin hene. Mûş li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi di hejmara ajelên biçûk de di rêza 14an û di hejmara ajelên mezin de di rêza 16an de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst