Hewlêr (Rûdaw) - Wekî tiriyê reş e lê ew bi xwe fêkiyeke bi navê aronya ye ku ji bo Kurdistanê berhemekî xerîb e.
Li navçeya Şankuşê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mamosteyekî li erdê xwe yê quntara çiyê ku 6 donim e, hezar û 250 darên aronyayê çandine.
Suat Yilmaz da zanîn ku wî berî 3 salan dest bi vî karî kiriye û li gorî sala borî berhem zêde bûye ku îsal gihiştiye 700 kîloyan.
"Îsal daxwaz zêde bûye"
Mamoste û cotkar Suat Yilmaz wiha axivî:
"Em kê dibînin aronyayê bi wan didin xwarin û didin naskirin.
Her ku em didin naskirin bala wan jî dikişîne û daxwaz zêde dibe.
Bi taybetî îsal daxwaz zêde bûye. Dikarin bikin rîçal û sîrke jî.
Pêşniyara me ew e ku aronyayê teze bixwin lê heta 5 an 6 mehan dikarin di sarincê de jî biparêzin."
Navçe 120 kîlometreyan dûrî navenda parêzgehê ye û 12 hezar kes lê dijî.
Ji ber ku erdên navçeyê çiyayî û çal û xwar in welatî zêdetir çandiniya fêkî û sebzeyan dikin.
Serokê Şaredariya Şankuşê amaje bi wê yekê dide ku cara yekem e tiştekî wiha hatiye çandin û ew dê piştgiriyê bidin cotkaran.
"Ji bo aborî û navê navçeya me baş e"
Serokê Şaredariya Şankuşê Alî Suat Akmeşe got:
"Berhema Aronyayê ku hem tendurist û hem jî bi tam e hatiye çandin. Ez ji ber vî karî wan pîroz dikim.
Çandina vî fêkiyî li herêma me hem ji bo bihîstina navê navçeya me û hem jî bo geşkirina aboriya navçeya me baş e."
Aronya di grûpa fêkiyên wekî tirî de ye, dara wê biçûk e û qewîn e ku heta di bin sifirê 30 pileyî de jî têk naçe.
Aronya fêkiyeke Amerîkaya Bakur e û li çend herêmên Ewropayê jî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse