Xwezaya Şirnexê bûye rotayeke sereke ya geştyaran

14-05-2024
Ferdî Sak
Nîşan Şirnex Geştyarî Xweza û Arkeolojiyê ya Şirnexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke 150 kesî geştek li nav xwezaya bêhempa û dilrevîn a gundê Dêrahînê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê kir.

Lê devereke geştyarî ya gund ketiye ber talana kompanyayeke madenan.

Parêzgeha Şirnexê bi xwezaya xwe ya delal vê dawiyê bûye yek ji rotayên sereke ya geştyariyê.

Rojane gelek geştyaran ji bajarên Tirkiye û derdorê diçin wî bajarê Bakurê Kurdistanê.

Grûpeke geştyariyê 12ê Gulanê çû devera geştyariyê ya Kukevuyê ya gundê Dêrahînê yê navçeya Qilebanê.

Bi hev re stran gotin

Kesên beşdarî geştê bûne li gel xwe amûrên muzîkê jî biribûn û bi hev re çend stran jî gotin.

Ew geşt bi serpêriştiya Komaleya Çand, Xweza û Arkeoljiyê ya Şirnexê hat kirin û dîmenên geştê ji Rûdawê re şandin. 

Serokê Komaleya Çand, Xweza û Arkeolojiyê ya Şirnexê Huseyîn Ayan ji Rûdawê re ragihand ku ew her hefte diçin devereke geştiyariyê.

Hejmara geştyaran zêde dibe

Bi gotina Huseyîn Ayan her ku diçe zêdetir geştyar beşdariyê di geştan de dikin.

Ayan amaje bi wê yek da ku wan geşta xwe ya dawî li devera geştyariyê ya Kunkevuyê ya li gundê Dêrahînê pêk anîn û got:

“Derdora 150 kesî beşdarî vê geşta me bûn. Em bi awayekî asayî derdora 40 heta 50 kesan diçûn lê vê carê zêde bû.

Geşta dawî me bi rêbertiya komaleyên din ên parêzgehê re kir.

Komaleya Çand, Xweza û Arkeoljiyê, Komaleya Xweza û Bisîkletê ya Cizîrê û Komaleya Cudîkamp û Traveler beşdar bûn.”

Kompanyayeke madenan dest bi derxistina madenan kiriye

Ayan da zanîn ku li devera Kunkevuyê kompanyayeke madenan dest bi derxistina madenan kiriye û got:

“Kunkevu cihekî geştyarî ye. Dê li vê derê xebatên kolana madenan dest pê bikin û dibe ku ev serdana me ya dawî be li vê xwezaya bedew.

Em hêvî dikin ku raya giştî ji vê yekê agahdar be û bertekan nîşanî kompanyayê bide da ku xwezaya navçeyê têk nede.”

Komaleya Çand, Xweza û Arkeolojiyê ya Şirnexê heftiya borî jî çûbû Qesra Elo Dînoyê ya li navçeya Hezexa Şirnexê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst