Ji xurdefiroşiyê ber bi asmanan ve: Çîroka pilotekî Amedî

15-06-2025
RÛDAW
Pîlot Firat Tekîn /Wêne: AA
Pîlot Firat Tekîn /Wêne: AA
Nîşan Amed Pîlot Firat Tekîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xewna Firat Tekînê 43 salî, li erdê li dikaneke nalburiyê (xurdefiroş) ya li navçeya Bismilê ya Amedê dest pê kir.

Xewna Firat Tekîn piştî 13 salan li asmanan bû rastî.

Rojekê bi handana hevalên xwe beşdarî çalakiyeke paraşûtê bû.

Bi qutbûna lingê wî ji erdê eşqa wî ya esmanan dest pê kir.

Piştre biryar da ku bibe pîlot û li asman welatê xwe bifire.

"Min mal û otomobîla xwe firotin"

Firat Tekîn da zanîn ji bo hezkirina xwe ya pîlotiyê fedakariyê kiriye û got:

"Min ji malbata xwe alîkarî xwest ji ber ku min dizanî pêvajoyeke dirêj û rêyeke bi hevraz û nîşîv e hem di warê madî û hem jî di warê manewî de.

Ez hewqasî evîndarê qsmanan bûm ku min hemû keştî şewitandin.

Min hemû kargehên di destê xwe de, mala xwe û otomobîla xwe firotin û biryar da perwerdeyê bibînim."

Destpêkê min li Zanîngeha Dîcleyê beşa Jimêryariyê û piştre jî li Zanîngeha Anadoluyê beşa karsaziyê xwend.

Bi pereyên ku ji firotina mal û milkê xwe bi dest xistibû, ji bo perwerdeya ziman û pîlotiyê çû derveyî welat û lîsansa pîlotiya bazirganî wergirt.

Di dawiyê de, ji xwe re balafireke yek motorî jî kirî.

Niha wekî pîlotekî profesyonel bi balafira xwe, geştên turîstîk û danasînê saz dike û ji bo organîzasyonên cuda mirovan li esmanê Amedê digerîne.

"Ez qet ne poşman im, ji ber ku hêjayî wê ye"

Firat Tekîn got, "Min dest bi vî karî kir û ji bo vî karî ked û demeke gelekî zêde da.

Lê ez qet ne poşman im, ji ber ku hêjayî wê ye. Rêwiyên ku heta niha bi min re firiyane bertekên gelek erênî didin.

Ji ber dîtina dîrok û esmanan bi hev re hesteke bêhempa ye. Dîtina wan tiştên ku tu li erdê dibînî ji esman mirovan zêdetir kelecan dike."

Xewnên Firat Tekîn bi dawî nabin. Ew niha perwerdeyê dibîne da ku bibe mamosteyê pîlotiyê û armanca wî ya herî mezin ew e li Amedê dibistaneke firînê veke.

Her wiha dixwaze derî li ber ciwanên navçeyê jî veke ku ew jî bikaribin xewnên xwe yên li esmanan pêk bînin.

Ji dikana nalbûriyê heta pîlotiyê, çîroka Firat Tekîn bûye mînakeke serkeftinê û îlhamek ji bo wan kesên dixwazin li pey xewnên xwe biçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst