80 şefên ji bajarên cûda ji berhemên Amedê xwarin çêkirin

15-07-2023
RÛDAW
80 şefên ji bajarên cûda ji berhemên xwemalî yên parêzgehê xwarin çêkirin
80 şefên ji bajarên cûda ji berhemên xwemalî yên parêzgehê xwarin çêkirin
Nîşan Amed Xwarinên Xwemalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 80 şef ji bajarên cûda yên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Qubrisa Bakur li Amedê ji berhemên xwemalî yên wê parêzgehê xwarin çêkirin.

Li Navenda Hizrên Nû Yên Gastronomiyê ya li parêzgeha Amedê bernameyek derbarê xwarin û berhemên taybet ên wî bajarê Bakurê Kurdistanê de hat sazkirin.  80 şef ji bajarên cûda yên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Qubrisa Bakur beşdar bûn

Ji berhemên xwemalî yên Amedê çendîn xwarinên cûda û taybet bi parêzgehê çê kirin.

Şef Hazer Amanî dibêje: “Min hinek girara Şah a Azerbaycanê û hinek girara Îranê bi birincê Qerejdaxê û berhemên vê derê çêkir. Dema em destpêkê ligel Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê axivîn em fikîrîn ka çi çêbikin. Wan 5 berhem dan me. Birincê Qerejdaxê, behîv, rihan û simaqa vê derê. Min jî ev hemû ligel kerengên taybet bi vê derê bikar anîn û girara şah çêkir. Gelekî xweş çêbû.”

Serokê Odeya Bazirganiya Amedê Mehmet Kaya jî got: “50 berhemên me yên bi îşareta cografî hene. Em dê 2 ji wan heftiya pêşiye me bidin nasandin. Di meha Îlonê de jî ev der li Amedê bo gelê me vedibe. Mirov dê bikarin bên û van xwarinên ber bi jibîrkirinê ve ne li vê derê bixwin. Bi vê armancê ji îro û pê ve em nanpêjên profesyonel li vê derê pêdigihînin. Xala sêyem jî ev der dê bibe navenda firotina xwarin û berhemên xwemalî. Bi taybetî em dê wan berhemên ku kooparatîfên jinan ên li gundan berhem tînin jî li vê navendê bifiroşin.”

Amed di warê xwarinan de yek ji parêzgehên herî dewlemend ên Bakurê Kurdistanê ye.

Niha dixwaze bi çalakiyên wiha vê dewlemendiya xwe bi navçe û cîhanê bide nasandin daku tenê ji ber tamkirina  van xwarinan jî be geştiyar serdana wê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst