Çîroka serfkeftina karsaza Amedî: Ji henekekê ber bi 'Mûcîze'yê ve

18-01-2025
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Leyla Kasım Loqim
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Jina Amedî Leyla Kurt 4 salan berê kargeheke çêkirina loqim vekiriye.

Ew dibêje ji ber bêkariyê wê xwestiye ji xwe re karek bike û wê biryar daye ku loqim berhem bîne.

Li gorî gotina wê hîç zanîna wê li ser çêkirina loqim nebûye û wê 6 mehên ewil çêkiriye xera kiriye ku heta hîn bûye.

Ew niha li kargeha xwe mehane bi 12 cûreyan 4 ton loqim berhem tîne û hemû karkerên wê jî jin in.

Xwediya kargehê jî hosteya berhemanînê jî keçika destpêşxêr ya Amedî Leyla Kurt e.

Çîroka hostetiya wê çar sal berê ji nişkeva û ji bêçaretiyê dest pê kiriye.

Ji xwe re henek dikirin xewnên wan bûn rastî

Xwediyê kargeha Loqiman Leyla Kurtê got, "Çar salan berê ez li cîhekî wekî di kare ewlehiyê de dişixulîm. Li çerezfiroş şixulîm.

Min mêze kir ez dişixulim, dişixulim lê nagihîjim cîhekî. Ji ber wê min got ez ji xwe ra cîhekî vekim.

Min ji birayê xwe re got em dukana cilan vekin, wî got na em market vekin.

Di wê dema me ji xwe re henek dikir min got a baş em cîhekî loqiman vekin, ez pir ji loqiman hizdikim

Wî jî got temam. Min got na ez henek dikim. Wî got temam û li wir me kargeha loqiman vekir."

Leyla Kurtê navê loqimên xwe kiriye mûcîze. Sedema vê navlêkirinê jî ew bi serkeftina xwe va girê dide.

"Min 6 mehan tenê çêdikir û diavêt çopê"

Li ser navlêkirina loqimên xwe jî Leyla Kurtê wih anî ziman:

"Min nizanibû çêkira. Min çêkir xera kir, min çêkir xera kir. Min avêt çopê.

Min şeş mehan loqim nefirot min tenê çêdikir û diavêt çopê. Heta ku hêdî hêdî ez hînbûm

Ev kar ji min re wekî mûcîzeyek bû. Mesela min nizainibû tiştek wiha çêkiriba.

Min got heke ez bi ser bikevim ez dê navê wî bixim mûcîze loqim û min navê wî kir mûcîze loqim.

Çimkî min nizanibû çêkira. Di malbata me de esnaf tune ne. Hemû karen cotkariyê û ajelvaniyê dikin û çandiniya pembo dikin.

Di malbatê de cara ewil ez bûm esnaf. Min jî got heke ez bi ser bikevim ez dê navê wî bikim mûcîze loqim."

Hosteya Amedî Leyla Kurt niha li kargeha xwe mehane bi 12 cûreyan zêdetirî 4 ton loqim berhem tîne û difroşe. Her wiha havînan jî ew berfeşîr berhem tîne.

"Em loqimên xwe dişînin heta Stenbolê"

Leyla Kurt wiha pê de çû, "Em loqimên xwe didin gelek mişteriyan.

Em didin Amedê, Farqînê, Batmanê Mêrdînê, heya Stenbolê jî em loqimên xwe dişinin

Yanî ji ku sparîş were em dişinin wira. Em loqimên bi fistiq çêdikin. Yên bi fistiq û hinar çêdikin.

Em yên sade û bi piskîvêt çêdikin. Yên bi findiq, yên bi gûz çêdikin. Ez havînân jî berfeşîr çêdikim.

Kafeyeke me jî heye cîhê rûniştinê lê heye. Mişteriyên me tên loqim û berfeşîra xwe dixwin û sparişê xwe hildidin dibin."

Leyla Kurt dibêje bêyî alîkariyek bigre ev kargehê vekiriye û dide xebitandin.

Kurtê diyar kir ku ew dixwaze kargeha xwe mezintir, cûreyên loqimên xwe zêdetir û hejmara karkerên jin jî li gel xwe bêhtir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst