Li Amedê kampanyayek: Di her dilopekê de paşeroj heye

18-01-2025
RÛDAW
Kampanyaya mamosteyan / Wêne: AA
Kampanyaya mamosteyan / Wêne: AA
Nîşan Kampanya Di Der Dilopekê de Paşeroj Heye Amed Gundê Qalxanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mamosteyn ji bo parastina ava vexwarinê kampanyayek bi navê  “Di her dilopekê de paşeroj heye” da detpêkirin.

Bikaranîna avê bi başî û li gorî pêwîstiyê, perwerdeyeke girîng e ku divê her hevwelatiyek li ser xwe ferz bike.

Çavkaniyên avê ji bo me tevan in û divê em destê xwe lê bigrin.

Li gundê Qalxanê yê navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê, mamostayên gund bi vê mebestê dest bi kampanyayekê kiriye û navê wê jî kirine, “Di her dilopekê de siberoj heye”.

Mamoste û zarokan malbatan hişyar dikin ku destê xwe li avê bigirin û bi rêkûpêkî bi kar bînin, rûnê şewitî nerijînin û pîlên valabûyî navêjin her deverê.

Ev proje bi beşdariya 12 dibistan û 15 mamostayan bi hevbeşî tê birêvebirin.

Mamostayê Gundê Qalxanê Abbas Sargul got:

“Armanca bingehîn a projeya me ew e ku em derbarê bikaranîna avê û parastina xwezayê zarokên xwe û malbatên wan agahdar bikin.

Em dixwazin bi rêya eTwinningê vê projeyê bi gund û bajarên din û welatên din re hevbeş bimeşînin.”

Ev peroje ji aliyê Rêveberiya Perwerdê ya Amedê ve hatiye destpêkirin û bi rêya eTwinningê tê birêvebirin.

“Em niha bi dilopan avdaniyê dikin”

Nişteciha Gundê Qalxanê Nursen Doluyê jî got:

“Em bi mamosta û zarokên xwe re beşdarî vê projeyê bûn.

Berê me her roj cil dişûştin, di çandiniyê de me av bi rêbazên kevin bi kar dianî lê niha em bi dilopan avdaniyê dikin.

Her wiha em vî ronê sorkirinê jî êdî narijînim.”

“Ev proje ji bo me tê wata jiyanê”

Xwendekar Ela Erginl jî got:

“Ev proje ji bo me tê wata jiyanê. Em fêr dibin ku avê rêkûpêk bi kar bînin.

Em karê cotkariyê û ajaldariyê dikin, parastina avê ji bo çandiniyê û ajalên me gelekî girîng e.”

Ew armanc dikin bi vê projeyê rêjeya tiştên tên avêtin dakeve sifirê û rêbazê rîsaykilîn ango jinûve bikaranînê bê esasgirtin.

Her wiha av jî bi awayekî bi kontrol bê bikaranîn û bê parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst