Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, Girava Axtamarê ya di nava gola Wanê de ku bi kulîlkvedana darên behîvan kirasê biharê li xwe kir, ji bo Festîvala Kulîlkên Behîvan mazûvaniyê dike.
Bi hatina biharê re darên behîvan ên Girava Axtamarê kulîlk vedan û bi rengê xwe yê sor û spî xwezaya Gola Wanê xemilandine.
Festîvala 3yemîn a Kulîlkên Behîvan îro bi dîmenên rengorengo dest pê kir.
“Her tişt bi dilê min e”
Geştyara bi navê Havva Bulut got:
“Berî her tiştî ez bêjim gelekî bi kelecan im. Demeke dirêj e min dixwest bêm vê derê.
Min dixwest kûlîlkan bibînim û bihara vê derê bijîm.
Ez bawer im di demeke guncav de hatim. Her tişt bi dilê min e. Berî 5 salan ez hatibûm lê her der berf bû."
Girava Axtamarê ji navçeya Westanê tenê 20 xûlekan dûr e û geştyar bi beleman digihin giravê.
Bi taybetî xwezaya giravê ji bo wêneyan dibe wekî tabloyeke çêkirî û wênegir jî vê derfetê bi kar tînin.
Wênegir Turan Keve jî got, “Her sal ez têm vê derê. Ji xwe hejmara geştyaran di vê demê de zêdetir dibe.
Warê me ye, her dem derfet heye em serdana wê bikin lê geştyarên ji derve jî zêde ne.”
Festîval du rojan berdewam dike
Festîvala Kulîlkên Behîvan a Girava Axtamarê dê 2 rojan berdewam bike û hinek çalakî bên lidarxistin.
Geştyarên ku bi beleman çûne, li giravê geriyan û beşdarî çalakiyan bûn.
Di çalakiyan de helbest hatin xwendin, govend hat gerandin û stranbêjên herêmî stran gotin.
Bi sedan fotografhezên ku ji bo foto safariyê ya ku di çarçoveya festîvalê de hat lidarxistin, çûn giravê wêneyên giravê û mekanên wê yên dîrokî girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse