Keça wî çêbû ji kêfan ji hiş çû

19-07-2025
RÛDAW
Nîşan Serdar Dursun Yasemîn Dursun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê tîma Persepolîsê ya Îranê Serdar Dursun dema ku hevjîna wî zarok dianî ji kelecanê ji ser hişê xwe çû.

Ev rewşa lîstikvanê navdar li ser medyaya civakî gelekî bala bikarhêneran kişand.

Lîstikvanê Persepolîsê Serdar Dursun û hevjîna wî Yasemîn Dursun, cara duyemîn bûn dê û bav.

Keça wan a bi navê Elanur hat dinê. Serdar Dursun, di dema jidayîkbûna keça xwe de ji ber kelecanê ji hiş çû.

Hevjîna wî Yasemîn Dursunê jî piştî zarokanînê wêneyê Serdar Dursun ê ku li erdê razayî parve kir û li serê wiha nivîsand: "Kengî ew ji hiş çû, ez rihet bûm."

Vê rewşa lîstikvan li ser medyaya civakî gelekî bala bikarhêneran kişand û bû rojev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst