Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê pêdiviyên mobîlyayên saziyên giştî û dibistanan ji aliyê xwendekarên Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Mûşê ve tên dabînkirin.
Li atolyeya dibistanê hemû cureyên mobîlyayan tên çêkirin û xebatkarên wê jî xwendekarên dibistanê ne.
90 xwendekarên vê dibistanê bi serpereştiya 5 mamosteyên pispor di betlaneya havînê de jî dixebitin û ji bo dibistanên dewletê mase, kursî û dolaban çêdikin.
"Em di betlaneyê de jî kelûpelan çêdikin"
Mamoste Mehmet Kiliç diyar kir ku mamoste û xwendekaran di betlaneya havînê de jî hilberînê berdewam kirine û got:
“Em di betlaneya havînê de bi mamoste û xwendekaran re ji bo dibistanên ku nû hatine avakirin û yên berê kelûpelan çêdikin.
Em mobîlyayên ofîsên birêvebiriyê, panoyan, maseyên civînê û kursiyan çêdikin. Em hemûyan bi xwendekarên xwe re çêdikin.”
Xwendekarên ku li vê dibistanê dixwînin hem fêrî pîşeyekê dibin û di heman demê de dahatekê bi dest dixin.
"Em fêrî kar dibin"
Xwendekar Sedam Sonmez got, “Em li vê derê di beşa mobîlyayê de fêrî kar dibin. Em alîkariya debara malbata xwe dikin.”
Dibistana Pîşeyî û Teknîkî ya Mûşê di nav salekê de mobîlyayên 30 dibistan û saziyên fermî çêkirine û bi bihayekî kêm firotine wan.
Beşekê ji dahata firotina mobîlyayan wekî mûçe didin xwendekaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse