Keça Kurd Kevser Atmaca bi çêkirina cureyên qehweyê deng vedaye

25-07-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Kevser Atmaca Qehwe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Kevser Atmaca îsal li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê di şampiyoniya çêkirina qehweyê de bû duyem.

Kevser Atmacaya 26 salî ji naçeya Geverê ya parêzgeha Colemergê ye û ji 2020î ve beşdarî pêşbaziyên çêkirina qehweyê dibe.

Kevser Atmacayê cara yekem 2020î dest bi çêkirina cureyên cuda cuda yên qehwê kiriye û bi taybetî li ser çêkirina cureyên qehweya  kelandî ya cezweyan ku wekî qehweya Tirkan tê nas kirin xwe pêş xistiye.

Kevser Atmacayê cara yekem 2022yan beşdarî pêşbaziya Aeropressê bû û di vê pêşbaziyê de pileya duyem bi dest xist.

Atmaca 2023yan vê carê beşdarî şampiyonaya Cezweyê ya Tirkiyeyê bû bi pileya yekem bû şampiyona çêkirina qehweyê

Herwiha îsal jî careke din di heman pêşbaziyê de pileya duyem bi dest xist.

Kevser Atmaca çêkirina qehweyê wekî hunerekê dibîne û bi gotina wê ew dê berdewam be li ser şêwazên nû yên çêkirina qehwê.

Atmaca dixwaze roj bi roj terzên nû yên çêkirina qehweyê peyda bike û êdî çêkirina qehwê ji bo wê bûye karekî profesyonel û pêşketî.

“Di pêşbaziyan de pêwîst e mirov li dema kelîna qehweyê pir hişyar be”

Keça Kurd li ser çêkirina şêwaza qehweyê jî wiha got, “Ez di pêşbaziyan de şêwazeke bi navê `Paragon Espresso” bi kar tînim. Ev e şêwazekî nûjen û giring e.

Eger kesek bixwaze qehweya ku bi vê şewazê hatiye amadekirin germ vexwe pêwîst e xulekek û 40 çirkeyan piştî qehwe amade bû vexwe.

Eger bixwe şîrtên vexwe jî pêwîst e piştî qehwe amade dibe 3 xulek û 50 çirkeyan de vexwe.

Bi temamî şêwaza modern û pêşketî ye, di dema pêşbaziyan de pêwîst e mirov gelek li dema kelîna qehweyê hişyar be.”

Kevser Atmaca niha li bajarê Dîlokê dijî û karê qehweyê dike û yek ji armancên wê ew e ku bibe şampiyona cihanê û navê xwe li hemû cihanê belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst