Gundê mêrkujan: Jinan bi sedan mêr kuştine û jinebî mane

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Macaristan Jin Kuştina Mêran Arsenîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kanûna Pêşîn a 1929an li bajarê Szolnokê yê Macaristanê rûniştineke dadgehê hat lidarxistin.

Bi dehan jinên ku di dozê de dihatin darizandin, bi bijehrîkirina bi qestî ya hevjînên xwe hatin tohmetbarkirin.

Hemû jinên ku dihatin darizandin, li gundê Nagyrevê yê ku 130 kîlometreyî dûrî paytext Budapeşteyê ye dijiyan.

Li gorî nûçeya rojnameya New York Timesê ya wê demê, di navbera salên 1911 û 1929an de zêdetirî 50 mêran bi arsenîkê hatine kuştin.

Hinek rapor îdia dikin ku hejmara giştî ya miriyan digihîje 300î.

Timesê nivîsand ku bi giştî nêzîkî 50 jinan bi heman awayî bi bijehrkirina mêrên gund hatine tohmetbarkirin.

Di rûniştinên doza bijehrkirinên Nagyrevê de navek ji yê her kesî zêdetir derket pêş. Ew nav jî pîrika gund, Zsuzsanna Fazekas bû.

Zewacên bi peyman ên Nagyrevê

Nagyrev, li herêma Kunsagê ku herêma herî mezin a hilberîna şerabê ya Macaristanê ye, li ber Çemê Tiszayê gundekî cotkaran bû.

Zewacên li herêmê bi gelemperî di navbera jinên pir ciwan û mêrên pir pîr de bi lihevkirinê dihatin kirin.

Zewacên bi peyman, bi gelemperî peymanên ku erd, mîras û berpirsiyariyên yasayî dihewandin jî li xwe digirtin. Berdan ne mumkin bû.

Wê demê, axa ku gund di nav de bû, hîn di bin desthilata Împaratoriya Awistirya-Macaristanê de bû.

Zsuzsanna Fazekas, ji ber ku li herêmê bijîşk û keşe tunebûn, bi zanîna xwe ya li ser dermanên tibî û kîmyewî, ne tenê wekî pîrik, wekî karmendeke tenduristiyê jî kar dikir.

BBC sala 2004an bi Maria Gunyayê re axivî ku wê demê keçeke biçûk bû.

Bavê Gunyayê rayedarekî herêmî bû ku polîsan ji bo lêkolînkirina mirinan alîkarî jê xwestibû.

Maria Gunyayê anî ziman ku gundiyan ji pîrik Fazekasê bawer dikir.

Zsuzsanna Fazekas di xaniyekî gund ê asayî yê yekqatî de dijiya ku berê xanî li kolanê dinêrî.

Gunyayê got ku jinên gund pirsgirêkên xwe yên şexsî jî ji Fazekasê re digotin û wiha anî zimên:

"Wê dest pê kir gelek tiştan li ser bûyerên di nav malan de bibihîze. Mêran li jinan dixist û destdirêjî li wan dikir. Piraniya wan bêwefa bûn û gelek îstîsmar hebû."

Li gorî gotina Gunyayê, pîrik Fazekasê ji jinên ku gilî ji mêrên xwe yên serxweş û tundîhez dikir re got ku "çareseriyeke wê ya hêsan" heye.

Ev çareserî, arsenîk bû ku bi kelandina kaxezê mêşan di nav avê de dihat bidestxistin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Timesê ya Îngilistanê ya li ser dadgehê, di baxçeyê pîrikê de şûşeyên jehrê yên veşartî hatibûn dîtin.

Desteserkirin

Her ku sal derbas bûn, goristana gund tije dibû.

Di navbera salên 1911 û 1929an de nêzîkî 50 mêr li goristana Nagyrevê hatin veşartin.

Di dawiyê de rayedaran bi guman dest bi lêpirsînê kir.

Piştî vekirina goran, ji 50 cesedên ku hatin lêkolînkirin di 46 cesedan de arsenîk hat dîtin.

Gumanên jehrîkirinê hatin piştrastkirin.

Hemû nîşan Fazekas nîşan dida.

Polîs 19ê Tîrmeha 1919an ji bo desteserkirinê berê xwe da mala wê.

Gunyayê ku bavê wê beşdarî pêvajoya lêpirsînê bûbû, wiha behsa dawiya bûyerê kir:

"Dema ku wê dît cendirme nêzîk dibin, wê fêm kir ku her tişt xelas bûye. Dema ew gihiştin malê, ew jixwe êdî mirî bû. Wê jehra xwe vexwaribû."

Mirinên yekem

Raporên polîsan nîşan didin ku kuştinên yekem sala 1911an qewimîne ku Fazekas nû li gund bi cih bûbû.

Pêvajoyeke jehrîkirinê ku dê hema hema bîst salan bidome dest pê kiribû.

Lê pîrik wekî tekane sûcdar nedihat dîtin.

Li dadgeha bajarê Szolnokê ji sala 1929an û pê de 26 jin hatin darizandin.

Ji wan 8 kesan cezayê îdamê û 7 kesan jî cezayê heta hetayê stand. Hemû ketin girtîgehê.

Ji wan jinan tenê çend heban sûcê xwe qebûl kir û sedemên kuştinan jî ti carî bi temamî nehatin eşkerekirin.

Di warê teoriyan de, xela çênebûbû.

Wekî sedema kuştinan xizanî, çavbirçîtî û heta bêzarî jî hat nîşandan.

Hinek raporan îdia kir ku di nebûna mêrên wan de yên ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de li eniyê şer dikirin, jin bi dîlên şer ên Rûs re ku ji bo karê li çandiniyan hatibûn anîn, bûne evîndar.

Li gorî vê îdiayê, bi vegera mêrên wan a ji eniyê, jinan ji ber ku azadiya xwe ji dest da, ev yekê qebûl nekir û biryar da ku yek bi yek bikevin tevgerê.

Bi sedan mirinên bi heman rengî li tevahiya herêmê

Dibe ku sûcdar ne tenê ew bûn. Li bajarokê Tiszakurtê yê li nêzîk jî ji ber gumanê gor hatin vekirin û di hinek cesedan de arsenîk hat dîtin.

Lê li wir ti kes ji ber mirinan nehat mehkûmkirin.

Li gorî hinek texmînan, di vê serdemê de bi giştî 300 kes bi vî awayî mirine.

Salan, piraniya bîranînên bi êş ên Nagyrevê ji bîr kirin.

Navê wê êdî di nav mêrên herêmê de nerehetiyê çênake.

Maria Gunyayê bi kenekî sivik digot ku piştî bûyerên jehrkirinê, reftarên mêran ên li hemberî hevjînên xwe "bi awayekî berbiçav baştir bûne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst