Zaxo (Rûdaw) - Li Zaxoyê du hevjîn li mala xwe sabûna xwezayî çêdikin û difiroşn.
Jin û mêr dibêjin materyalên ku ew bikar tînin xwezayî ne û daxwazeke zêde li ser berhemên wan heye.
Silêman û Huda li mala xwe bi derfetên xwe ji xwe re derfeteke kar peyda kirine.
Ew bi berhemên xwemalî sabûnê çêdikin û zeyt, rûnê genek (xirwe), rûnê xurme û gûzên Hindê tê de bikar tînin.
“Me xwest ku em karekî cuda bikin”
Silêman Şakir got, “Me xwest ku em karekî cuda bikin. Em pir li ser fikirîn. Me bihîst ku kes vî karî nake.
Em rabûn me li serê gelek test kirin. Em çûn kursê û me gelek zanyarî li serê komkirin. Ev ji bo min û hevjîna min xweştir û rihettir e.”
Her du hevjîn nêzîkî sê salan e vî karî dikin û dikarin rojê 500 parçeyên sabûnê çêbikin.
Sabûna ku çêdikin jî bi rêya online an jî li gorî daxwazê difiroşin.
“Em hemû bi destê xwe çêdikin”
Huda Ednanê wiha anî ziman, “Berhemên me navxweyî ne û karê destî ye. Em hemû bi xwe çêdikin.
Ne wekî sabûna biyanî ye ku em nizanin çi di nav de ye. Berhemên ku em bi kar tînin hemû xwezayî ne.”
Silêman û Hudayê navê “Bedew” li sabûna xwe kirine.
Wan ji bo berhemên xwe testên kîmyewî jî kirine û berhemên wan bi serkeftî ji testan derbas bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse