Hewlêr (Rûdaw) - Rûmala Rûdawê ya di Şewata Hemdaniyeyê de ji bo xelata rûmala bilez a herî baş a navneteweyî hat berbijêrkirin.
Şeva 26ê Îlona 2023yan li navçeya Hemdaniyeyê ya Mûsilê di şewata holeke dawetê de 122 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.
Tora Medyayî ya Rûdawê di cih de gihişt cihê bûyerê û ew felaketa mezin bi cîhanê da bihîstin.
Gelek saziyên mezin ên medyayê yên cîhanî vîdeo, nûçe û dîmenên Rûdawê serwîs kirin.
Associated Press, France-Presse û ENEX hinek ji wan saziyên mezin bûn ku vîdeoyên Rûdawê gihandin hemû cîhanê.
Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî di salvegera vê karesatê de weşana Rûdawê ji bo “Weşana Herî Baş a Nûçeyên Bilez” kir namzed.
CNN, National û TRT ji bo weşanên xwe yên li ser Xezeyê ketine lîsteya namzedan.
BBC jî ji bo nûçeya xwe ya li ser girtina siyasetmedarê Brîtanyayî Jeffrey Donaldson namzeda xelatê ye.
CNA bi nûçeya xwe ya derbarê koça sivîlên Fîlîpînê ya ber bi Deryaya Başûr a Çînê ve namzedeke din a xelatê ye.
Rûdaw yekane tora medyayê ye ku ji Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo vê xelatê namzed e.
Ji Rojhilata Navîn jî Al Jazeera, Al Sharq û The National ji bo xelata Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî namzed in.
Dîsa Bloomberg, Channel 4, CBC, Financial Times û Voice of America jî bi xebatên xwe yên cuda di nav namzedên xelatê de ne.
“Me dengê Mesîhiyan gihand hemû cîhanê”
Gerînendeyê Outputê yê Rûdawê Şaxewan Mehmûd li ser xebatên Rûdawê yên şeva felaketa li Hemedaniyeyê got:
“Şeva bûyerê me dest bi rûmaleke têr û tije kir. Me karesat û dengê Mesîhiyan gihand hemû cîhanê.”
Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî diyar kir ku îsal standardên diyarkirina namzedan bilind bûne û got:
“Îsal nemzedbûn serkeftineke mezin e çimkî sala 2024an standardên hemû kategoriyan bi awayekî darîçav hatin bilindkirin.”
Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî sala 1993yan li Londona paytexta Brîtanyayê hat damezirandin û di nav endamên wê de saziyên cîhanî yên wekî CNN, Voice of America, ABC û Al Arabiyayê hene.
Xelatgirên îsal dê 22yê Çiriya Paşîn li Londonê werin eşkerekirin û Tora Medyayî ya Rûdawê jî namzeda xelatê ye û hatiye vexwendin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse