Hewlêr (Rûdaw) - Li Azerbeycanê jineke 19 salî ya bi navê Lyaman Mammadli, piştî ku malbata hevjînê wê bûkaniya wê wekî "ne guncav û şermoke" bi nav kir, dawî li jiyana xwe anî.
Polîsan li ser îdiayên zordestî û zexta derûnî dest bi lêpirsînê kir.
Bûyer, li bajarê Mîngeçevîrê çend roj piştî daweta Lyaman Mammadliya 19 salî û Elnur Mamedliyê 33 salî qewimî.
Bavê Lyamanê, Murad Bayramov, ji medyaya xwecihî re ragihand ku pêvajoya ber bi mirina keça wî ve bi nîqaşa li ser bûkaniyê dest pê kiriye.
Bayramov got, “Hevjînê keça min û malbata wî piştî dawetê hatin mala me.
Ji ber bûkaniyê şer derxistin. Wan qîriya û got, ‘We çawa destûr da kincekî wiha şermoke?’”
Bav Bayramov anî ziman ku nîqaş paşê jî berdewam kiriye û malbata zavê bi hinceta ku "beşa milan pir vekirî ye" bi berdewamî jina ciwan tawanbar kiriye û ew bêzar kiriye.
Bavê dilşewat wiha pê de çû, “Keça min nikarîbû li ber vê yekê rabe û dawî li jiyana xwe anî.”
Bayramov keça xwe parast û diyar kir ku bûkaniya wê asayî bûye û got:
“Bûkaniya wê gelekî normal bû, gelek bûk kincên wekî wê li xwe dikin lê ew aram nebûn.”
Dest bi lêpirsînê hat kirin
Termê jina ciwan piştî demeke kurt li baxçeyê mala malbata wê hat dîtin.
Polîsan piştî bûyerê ji bo lêkolînkirina îdiayên zordestî, zexta derûnî û handana ji bo xwekuştinê dest bi lêpirsînê kir.
Hevjînê Mammadliyê, Elnûr Mamedlî, beşdarî merasîma cenazeyê bû, lê bav Bayramov ragihand ku wî zava û malbata wî ji cihê merasîmê dûr xistiye.
Bayramov got, “Ew hatin cenazeyê lê min ew qewirandin, min destûr neda ku bimînin.”
Murad Bayramov her wiha îdiayên ku keça wî bi zorê bi Mamedliyê 33 salî re hatiye zewicandin red kir û got:
“Ev yek bi temamî ne rast e. Keça min bi zorê nehat zewicandin.”
Bûyer li welêt bû sedema bertekên tund
Bûyer li seranserê welêt rastî bertekên tund hat.
Rêxistinên jinan diyar dikin ku mirina jina ciwan careke din "bandora wêranker a zexta civakî û têgihîştina namûsê ya li ser jinan" derxistiye holê.
Wekîheviya bi bûyera li Îranê re
Ev bûyer piştî nîqaşeke bi heman rengî ya li ser cilê bûkaniyê yê li Îranê hat rojevê.
Li Îranê, keça şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Elî Xamineyî, Elî Şemxanî, Fatemeh Şemxanî, li Otela luks a Espinas Palaceyê ya Tehranê bûkaniyeke milvekirî li xwe kiribû û ev yek bibû sedema nîqaşan.
Dîmenên ku ji merasîmê derketibûn, li Îranê bibûn sedema rexneyên "du standardî"; gelek kesan ev yek wekî "durûtî" nirxandibû ku "li welatekî ku jinên asayî ji ber ku serê xwe ne girê didin tên desteserkirin, merasîmeke bi vî rengî tê lidarxistin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse