Xwediya lêvên herî stûr ên cîhanê berê çawa bû?

29-07-2025
RÛDAW
Nîşan Andrea Ivanova Lêv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Andrea Ivanovaya ku wekî 'jina xwedî lêvên herî mezin ên cîhanê' tê naskirin, bi parvekirina wêneyên xwe yên beriya emeliyatên estetîkê ku bi hezaran dolar xerc kiribû, şopînerên xwe şaş kirin.

Îro ji bo ku mirov li ser medyaya civakî navdar bibe, destwerdanên tund û gelek caran xeternak li bedena xwe dike û carna jî dibe sedema encamên sosret.

Ev rewş bi taybetî di nav ciwanan de dibe sedema belavbûna têgihiştinên bedewiyê yên ne realîst û mirovan ji rûxsara xwe nerazî dike.

Fenomena Bulgar Andrea Ivanova jî yek ji wan kesan e.

Tê zanîn ku wê ji bo ku wekî bûkikên Bratzê xuya bike, zêdetirî 26 hezar dolarî xerc kiriye û bi dehan caran derzî li rûyê xwe daye.

Ivanovaya ku di heft salên dawî de ne tenê derzî li lêvên xwe, her wiha gelek emeliyatên wekî çêkirina çeneyê, dirêjkirina çeneyê, diyarkirina hestiyên rû û mezinkirina xetên rûyê xwe kiriye, lêvên wê niha ji yên bûkikên Bratzê jî derbas bûne û gihîştine asteke cuda.

"Ez ji tiştên zêde hez dikim"

Ivanovayê biryara xwe wiha anî zimên:

"Ez ji tiştên zêde hez dikim; lêvên mezin, gelek derzî, makyajeke giran û ecêb. Rûxsara asayî ne li gorî min e.

Bedewiya xwezayî ji min re bêzar e, loma jî min biryar da ku ez rûxsara xwe ji binî ve biguherim."

Tevî hişyariyên pisporên tenduristiyê û zehmetiyên ku di jiyana xwe ya taybet de dikişîne, Ivanovaya 27 salî dev ji armanca xwe ya xwedîbûna lêv û hestiyên rû yên herî mezin ên cîhanê bernade.

"Bijîşkê min ditirsiya"

Ivanova wiha pê de çû, "Bijîşkê min ditirsiya ku zêdetir asîda hiyaluronîk bixe lêvên min lê min israr kir û niyeta min a seknê nîne. Min xwest di heman demê de şeş emeliyatan bikim.

Heta niha min di rojên cuda emeliyat li cihên cuda yên rûyê xwe dikir lê êdî ez dixwazim hemûyan bi hev re bikim.”

"Ez dema dikenim zehmetiyê dikişînim"

Ji bo Ivanovayê ev veguherîn hem ji aliyê fîzîkî û hem jî ji aliyê hestyarî ve westîner e û vê rewşê bi van gotinan tîne ziman:

“Niha her derê rûyê min diêşe. Bi taybetî çene û serê çeneya min pir diêşe.

Ji ber êşa hestiyên rûyê xwe ez di kenînê de zehmetiyê dikişînim. Li ser çermê min hestekî daîmî yê kişandinê heye.”

“Ez bi vî awayî bextewar dibim”

Her çend Ivanova heta îro fêrî heneka bi rûxsara xwe bûbe jî, bikarhênerên medyaya civakî yên ku wêneyên wê yên berî û piştî estetîkê dîtin, gelekî şaş man.

Ivanovayê got, “Ez jineke mezin im û ez bi vî awayî bextewar dibim” û ev rewş wiha bi lêv kir:

"Divê hûn mirovan li gorî tercîhên wan ên estetîkê nedarizînin. Ev kêfeke şexsî ye û divê kes li ber nekeve.

Ji niha û pê ve jî ez dê di heman rojê de zêdetirî yek derziyê li xwe bidim. Ji ber ku ev yek bi rastî min pir bextewar dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst