Şahciwana Iraqê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Merasîma hilbijartina Şahciwana Iraqê birêve çû û Maria Farhad Salem a 20 salî bû Şahciwana Iraqê ya 2021an. Ji bo cara yekem Kurdek jî di juriyê de cih girt.

Merasîma hilbijartina Şahciwana Iraqê şeva derbasbûyî li Bexdaya paytext birêve çû ku ji 1947an ve her sale v merasîm birêve diçe.

Helkewt Zahîr ku di heyeta juriyê de cih girt, ji Rûdawê re ragihand, ji 1947an ve ew yekem e Kurd ku di heyeta juriyê de cih digire.

Di beşa fînalê ya merasîmê de 17 kes man û Maria Farhad Salem, ji aliyê juriyê ve wek Şahciwana Iraqê ya  2021an hat hilbijartin.

Maria Farhad Salem a 20 salî ku xwendekara beşa Endazyariya Kompîturê ye,  wek keça malbateke Krîstiyan li bajarê Hemdaniye ji dayîk bû ku dikeve başûr rojhilatê Mûsilê.

Maria Farhad Salem ji Rûdawê re kêfxweşiya xwe derbirî ku bûye Şahciwana Iraqê û got, “Ez hêvîdar im di rojên pêş de gelek projeyan cîbicî bikim ku sûd bigihînin welatê min.”

Merasîma hilbijartina Şahciwana Iraqê cara yekem sala 1947an hatibû sazkirin û Rimee Danhour a Cihû bûbû yekem Şahciwana Iraqê.

Sala 2006an keça bi navê Tamara Georgina bûbû Şahciwana Iraqê, lê 4 piştî merasîmê ji ber gefên ji aliyê grûpên çekdar ve, neçar mabû ji Iraqê derkeve.

Herwiha di merasîma Şahciwana Iraqê  de 7 keçên Kurd jî cihê xwe girtin.