Li Geverê gundî giyayê li lûtkeyan bi şêwaza kaşê tînin xwarê

31-12-2025
Ferdî Sak
Nîşan Colemêrg Gever Kaş Giya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, welatî giyayê ku bihar û havînan li zozan û lûtkeyên çiyayan kom kirine, li ser berfê ji bo ajelên xwe tînin xwarê.

Bi hatina zivistanê û barîna berfê re, li parêzgeha Colemêrgê û navçeyên wê jiyan ber bi zehmetiyeke mezin ve diçe.

Li gundên Geverê, tevî ku stûriya berfê gihiştiye asta metreyan, gundî ji bo debara malbatên xwe û xwedîkirina ajelên xwe neçar in her roj bi saetan di nav berfê de bixebitin.

Welatiyên gundê Şitazinê yê li herêma Oremarê, di mehên bihar û havînê de li zozanên asê û bilind ji bo ajelên xwe giya didûrin û wekî lodan kom dikin.

Ji ber ku di wan deman de veguhestina giya bi wesayîtan li wan herêmên çiyayî ne pêkan e, gundî li benda zivistanê û barîna berfê dimînin.

Dîmenên ku ji aliyê welatiyê bi navê Hakan Aykut Zanyar ve ji bo Rûdawê hatine şandin, nîşan didin ku gundî di bin sermayeke dijwar de berê xwe didin lûtkeyên çiyayan.

Metirsiya aşûtê

Gundî ew lodên giya yên ku bi mehan li ser hev hatine komkirin, bi werîsan ve girê didin û bi şêwaza "kaş"ê ji zozanan tînin.

Ev rêbaza ku bi sedsalan e li herêmê tê bikaranîn, hem gelekî zehmet e û hem jî ji ber metirsiya aşûtê rîskên mezin bi xwe re tîne.

Gundiyên herêmê diyar dikin ku ji bo wan ajeldarî tekane çavkaniya debarê ye û ew neçar in tevî zehmetiyên zivistanê alifê wan dabîn bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst