Sererkanê Îsraîlê: 2026 dê bibe sala biryarê

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir sala 2026an ji bo ewlehiya welatê xwe wekî "bendeke krîtîk" bi nav kir.

Zamir yekîneyên Îsarîlê yên li Xezeyê ziyaret kir û tekez kir ku ew di bêçekkirina bi temamî ya Hemasê de bi biryar in.

Ji lûtkeya artêşa Îsraîlê derbarê sala 2026an de peyameke zelal a stratejiya leşkerî hat.

Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir, 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an di ziyareta xwe ya ji bo leşkerên Îsraîlê yên li Xezeyê de, biryardariya xwe ya ji bo bidawîanîna hebûna leşkerî ya Hemas û komên din ên çekdar ducare kir.

"Em bi biryar in ku Hemasê bi temamî bêçek bikin"

Zamir di axaftina xwe de ji bo leşkeran diyar kir ku sala bê dê mîmariya ewlehiyê ya Îsraîlê diyar bike û got:

"Sala 2026an, ji bo diyarkirina rastiya ewlehiya dewleta Îsraîlê dê bibe saleke diyarker.

Em bi biryar in ku Hemas û rêxistinên din ên terorê bi temamî bêçek bikin."

Zamir bi zimanekî tund destnîşan kir ku ew dê destûrê nedin ku Hemas kapasîteya xwe ya leşkerî ji nû ve ava bike û careke din ji bo Îsraîlê bibe gef.

Peyama piştî hevdîtina Trump û Netanyahu

Ev daxuyaniyên Zamir, çend roj piştî hevdîtina krîtîk a Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Floridayê hatin.

Trump di vê hevdîtinê de hişyariya xwe ya li dijî Hemasê dubare kiribû û gotibû, eger di qonaxa bê ya agirbestê de rêxistin çekan daneyîne dê "bêdeleke giran" bide.

Li gorî raporên di çapemeniya navneteweyî de cih girtine, birêvebiriya Donald Trump armanc dike ku di meha Kanûna Paşîn de planeke nû ji bo Xezeyê bixe meriyetê.

Di nav xalên sereke yên vê planê de, avakirina rêveberiyeke ku ji teknokratên Filistînî pêk tê jî heye.

Her wiha ji bo dabînkirina aramiyê li herêmê, bicihkirina hêzeke parastinê ya navneteweyî jî di rojevê de ye.

Gelo agirbest ketiye xitimandinê?

Li Koşka Spî dilgiranî zêde dibin ku di mijara derbasbûna qonaxa duyem a agirbesta ku ji meha çiriya pêşîn ve li Xezeyê di meriyetê de ye, hem Îsraîl û hem jî aliyê Hemasê "taktîkên mijûlkirinê" bi kar tînin.

Hevdîtina Floridayê ku pêncemîn lûtkeya îsal a di navbera Trump û Netanyahu de bû, her çiqas wekî gaveke stratejîk a ji bo çareserkirina vê girêkê were dîtin jî tê pêşbînîkirin ku operasyonên leşkerî yên li qadê û zexta bêçekkirinê dê zêde bibin û berdewam bikin.