Serok Barzanî û Ehmed Şer li ser rêkeftina HSD û Şamê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê pêwendiyeke telefonî encam da û wan rêkeftina HSD û Şamê gotûbêj kir.

Serokkomariya Sûriyeyê naveroka pêwendiyeke telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de belav kir.

Hat ragihandin ku di pêwendiyê de behsa rûdanên dawî û rêkeftina di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo rêkeftinê nîşan daye ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin.

Serok Barzanî diyar kiriye ku pêkanîna vê rêkeftinê ji bo dabînkirina yekparçeyî û aramiya Sûriyeyê pêwîstiyeke girîng e.

Li aliyê din, Ehmed Şer bal kişandiye ser hewldana dewleta Sûriyeyê ya ji bo parastina mafên neteweyî, siyasî û sivîl ên Kurdan.

Her wiha gotiye ku “hemû welatiyên Sûriyeyê li ber qanûnê wekî hev in û xwedî mafên hevpar in.”

Her du alî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş a ji bo pêkanîna xalên rêkeftinê yek nêrîn bûn da ku li Sûriye û hemû herêmê aramî hebe.