Îsraîlê Xeze bombebaran kir: Herî kêm 32 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên berpirsên xwecihî, di êrişên asmanî yên Artêşa Îsraîlê yên roja Şemiyê de li Xezeyê, herî kêm 32 Filistînî hatin kuştin.
Îsraîlê deverên cuda yên Xezeyê kirin hedef.
Dezgeha Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku di êrişekê de, helîkopterên şer kampa penaberan a nêzîkî bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê bombebaran kir ku Filistîniyên koçber bi cih bûne.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hemasê roja înê agirbest binpê kiriye û ev êriş jî tolhildana wê ye.
Her du alî jî hev bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.
Hemasê ragihand ku di êrişan de heft endamên malbatekê ku li kampa Xan Yûnis bi cih bûbûn, hatine kuştin û deverên sivîl, kon û qereqoleke polîsan bûne hedefa êrişan.
“Zarok û jin hatin kuştin”
Bijîşkên Nexweşxaneya Şîfayê Xezeyê jî eşkere kir ku di bombebarankirina avahiyeke niştecihbûnê ya li navenda bajêr de, 3 zarok û du jin hatine kuştin.
Mamê zarokên ku mirine Samer al-Atbash ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re got:
"Me sê biraziyên xwe yên biçûk li kuçeyê dîtin. Dibêjin agirbest heye... Sûcê van zarokan çi bû? Sûcê me çi bû?"
Ajansa AFPyê ragihand ku herêma El Mewasî ya li başûrê Xezeyê jî rastî êrişan hatiye ku bi deh hezaran Filistînî li wê derê penaber bûne.
“4 fermandar hatin kuştin”
Li aliyê din, Îsraîlê jî ragihand ku di êrişan de "çar fermandar û terorîstên din", depoyeke çekan, kargeheke çêkirina çekan û du deverên ku Hemasê li navenda Zîngeya Xezeyê ji bo êrişan bi kar dianî, bûne hedefên êrişên wan.
Artêşa Îsraîlê her wiha got, "8 terorîstên ku ji tuneleke li rojhilatê Refahê derketine" hatine tesbîtkirin.
Hemasê êriş şermezar kirin û ji Amerîkayê xwest ku bi lez tevbigere û got, berdewamiya binpêkirinên agirbestê "delîl e ku hikûmeta Îsraîlê şerekî qirkirinê yê hov li dijî Xezeyê dimeşîne."