Navenda Nûçeyan – Amerîkayê li Sûriye û Rojvayê Kurdistanê heta niha 20 baregehên leşkerî li herêmên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ava kirine.
Li gor Reutersê Encumena Ewlehiya Rûsyayê ragihand ku Amerîkayê li Sûriye û Rojvayê Kurdistanê nêzîkî 20 baregehên leşkerî yên asmanî li herêmên di bin kontrola hêzên Kurdî de ava kirine.
Herwiha ajansa rûsî IRAyê jî li ser zarê rayedarekî ji Encumena Ewlehiya Rûsyayê heman zanyarî piştrast kir.
Di heman demê de hat gotin ku Amerîkayê di pêşkêşkirina çekên bi hêz bo YPGê de berdewam e.
Cîgirê Sekreterê Encumena Ewlehiya Navneteweyî yê Parastina Rûsyayê Aleksandr Venediktov jî ragihand ku Amerîkayê bi dana çekên modern ên kurdan operasyona Tirkiye ya Efrîne proveke kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse