Artêşa Îsraîlê: Îranê dest bi êrişeke nû kir

2 demjimêr berê
Nîşan Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê bi mûşekan êrişeke nû ya tolhildanê daye destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan tesbît kiriye mûşek ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Hat destnîşankirin ku pergalên parastina asmanî ji bo rêlibergirtina mûşekan dixebitin.

"Ji stargehan dermekevin"

Artêşê ji xelkê xwest ku guh bidin fermanên Fermandariya Eniya Navxweyî.

Di peyama hişyariyê ya ku ji telefonên welatiyan re hatiye şandin de hat gotin, "Heta fermaneke din ji stargehan dermekevin."

Li aliyê din, medyaya Îsraîlê ragihand ku li bakur û naverasta welêt û li Qudisê naqos lê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst